21:19 18 Sibat 2018
Zindî
    Darizandin, dadgeh, girtin

    Şaredarên DBPyî hatin berdan

    © Fotolia/ Andrey Burmakin
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hevseroka şaredariya navçeya Hewîce ya bi ser Rihayê ve ya berê Fatma Dogan û serokê şaredariya bajarokê Elîgor Ibrahim Halil Parildar ku di operasyonekê li hember PKKê de hatibûn û girtin û ev 13 mehan girtîne tevî kesekî din hatin berdan.

    Piştî êrîşa li Beşiktaşa Stenbolê ya li hember polîsan, bi fermana Serdozgeriya Rihayê ya Komarê li Riha û navçeyên wê 52 kes hatibûn binçavkirin û Hevserokê Şaredariya navçeya Wêranşar ya berê yê DBPyî Emrulah Cin û hevserokên şaredariya Hewîce Zeynel Taş û Fatma Dogan jî di nav de 17 kes hatibûn girtin.

    Duyemîn danişîna doza li 6. Dadgeha Cezayê Giran ya Rihayê, bi tespîta nasnameyan destpê kir.

    Piştî ku girtiyan û parêzerên wan parastinên xwe kirin, ji 17 kesên girtî, Hevseroka Şaredariya Hewîce de Fatma Dogan û serokê şaredariya Elîgora Sirûcê yê berê Ibrahim Halil

    Parildar û Şefika Kandar hatin berdan. Dadgehê biryar da ku girtiyên din neyên berdan û doz taloq kir.

    Bi heman mijarî:

    DBP: Kurd dewleteke netewî ya bêstatu qebûl nakin
    DBP: Serxwebûna Kurdistanê ji bo kurdan ne çare ye
    Çalakiya rûniştinê ya DBP û HDPê bi dawî bû
    Li Bedlîsê operasyona siyasî: Gelek rêvebirên DBP û HDPê hatin binçavkirin
    Li Amedê Hevseroken DBP û HDPê jî di nav de 55 kes hatin binçavkirin
    DBP: Êrîşa li Hesekê li hemberî destkevtiyên kurdan e
    Etîketan:
    girtî, hevserok, binçavkirin, Ibrahim Halil Parildar, Emrulah Cin, Fatma Dogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de