10:19 22 Sibat 2018
Zindî
    Ayhan Bilgen

    Ji bo hevserokatiyê HDPê navê Ayhan Bilgen derbas dibe

    © Sputnik/ Yurdagül Şimşek
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî ku hevserokê HDPê Selahatin Demirtaş ragihand ku ew nabe hevserokê partiyê, tê gotin ku ji bo hevserokatiyê di nav navên ku derdikevin pêş de, di serî de navê Ayhan Bilgen heye.

    Li gor nûçeya Mahmut Ilicali yê rojnameya Cumhuriyetê, daxuyaniya Demirtaş a ku digot ez nabim serok di raya giştî de bi xemgînî û rêzdarî hate pêşwazî kirin û di heman demê de ev wekî aşkere kirina îradeyê hate dîtin.
    BIRYARA DAWÎN A PARTIYÊ YE

    Hat gotin ku di civînên berî kongeya ku dê 11 Sibatê de pêk were, dê îradeya Demirtaş ku dê nebe hevserokê were nîqaş kirin û biryara dawîn de saziyên partiyê bixwe bidin. Li gel civîna HDPê ya ku doh destpêkirî û bi beşdariya parlamenan pêkhatî dê îro jî birêveberiya partiyê bicive. Di van civînan de, dê polîtikayên serdeam nû, serokatiya Demirtaş û vegotina partiyê were nîqaşkirin.

    Herwiha HDPê di meha Çile pê de dê 15 civînan li darbixe û dê dîtinên gel jî ji wan bipirse.

    Lê belê di kulîsan de ji bo hevserokatiya partiyê tê gotin ku navê Ayhan Bilgen derbas dibe. Bilgen bi taybet piştî girtina parlamenteran ya di 4ê Mijdarê de, wekî rûyê partiyê yê ku dxwuye xebitîbû û piştî demekê ew jî hatibû girtin. Bilgen piştî ku hatibû berdan dîsa wezîfeya xwe ya berdevkiya partiyê berdewam kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Nameya Demirtaş di civîna HDPê de hat xwendin: Di Kongreyê de ez nabim bernamzet
    ‘Demirtaş dê nebe hevserokê partiyê'
    Demirtaş dê tezmînatê bide Erdogan
    Demirtaş li ser fîlmê Yilmaz Guney nivîsî
    Metin-Kemal Kahraman helbesta Selahattin Demirtaş kir stran
    Demirtaş ji bo sersalê peyamek weşand: Hewcedarîya me ya herî sereke aştî ye
    Demirtaş bo endamên Dadgeha Destûrî: Hûn difikirin îstîfa bikin?
    Etîketan:
    partî, serokatî, HDP, Ayhan Bilgen, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de