13:39 24 Hezîran 2018
Recep Tayîp Erdogan

‘Dengê AKPê wê dakeve ji sedî 30î'

© Sputnik /
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu di serdana xwe ya navenda giştî ya CHPê de ragihand ku dengê AKPê wê dakeve ji sedî 30î.

Li gor nûçeya Rifat Başaranê rojnameya Hurriyetê, Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu û Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li navenda giştî ya CHPê hevdîtinek pêk anîn.

Karamollaoglu di hevdîtina beşa ji çapemeniyê girtî de got: "Dengê AKPê wê dakevin derdora banda ji sedî 30î. Yên ku partî avakirine ji vê rewşê aciz in û naxwazin hêz di yek destî de bicive. Ev jî dibe sedema veqetandinan. Ji tirsê newerin biaxivin."

Di civîna Kiliçdaroglu û Karamollaoglu de Rewşa Awarte û biryarnameyên hikmî (KHK) jî hatin nirxandin. Herdu serokan dupat kir ku nabe di şertên Rewşa Awarte de hilbijartin werin lidarxistin, em vê nikarin ji dinyayê re şîrove bikin û dê zirareke mezin bide Tirkiyeyê.

Bi heman mijarî:

Li Tirkiyeyê vê hefteyê hilbijartin pêk werin kîjan partî çiqas deng werdigre?
Bedewa Gerdûnê ya 2017an hat hilbijartin
PDK li dijî hilweşandina hikûmetê derket: Çareseriya hemû pirsgirêkan hilbijartin e
‘Bendava hilbijartin a Tirkiyeyê wekî xwe dimîne'
Li Tirkiyê ger îro hilbijartin pêk were rêjeya dengên partiyan çi qase?
Etîketan:
CHP, SP, Kemal Kiliçdaroglu, Temel Karamollaoglu, Enqere, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de