21:45 25 Gulan 2018
Meral Akşener

Akşener dengên kurdan xwest: Alternatîva PKK û AKPê IYI Partî ye

© AFP 2018 / ADEM ALTAN
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Seroka IYI Partî ya opozisyona Tirkiyê Meral Akşener li ser hilbijartinên pêşwext ên giştî axivî û derbarê hilbijartinên bajarên kurdan de got, “Li Başûrê Rojhilat PKK û AKP hene ku her du jî yên ne ji xwe dijmin dibînin.”

Akşener di beşeke hevpeyvîna xwe ya digel rojnameya Sozcuyê de li ser hilbijartinên Tirkiyê got, ‘Li gor zanebûna min, dê Erdogan (Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan) beriya hilbijartinên herêmî hilbijartinên serokomariyê bide kirin û dê wek tarîx jî 15ê Tîrmehê (Roja hewldana darbeyê) hilbijêre."

'PKK Û AKP YÊN NE JI XWE WEK DIJMIN DIBÎNIN'

Seroka IYI Partiyê di berdewamê de jî li ser hilbijêrên bajarên kurdan da xuyakirin, "Li Başûrê Rojhilat, kulma PKK û AKPê heye. Her du alî jî yên ku ne ji wan bin wek dijmin dibînin, pêdivî bi alternatîvê heye, ew jî IYI Partî ye."

'DÊ IYI PARTÎ JI DIYARBEKIRÊ PARLAMENTARAN DERXE'

Akşener beriya avakirina IYI Partiyê di Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) de bû, herwiha di hevpeyvînê de îdia kir ku ew dê ji Amedê parlamentaran bişînin parlamentoyê.

Seroka IYI Partiyê qeyûmên şaredariyên bajarên kurdan jî rexne kirin û bal kişand ser ku cudaxwazî tê kirin, lê gel tenê aramiyê dixwe.

Bi heman mijarî:

Hikûmeta Kurdistanê bersiva rapora UNAMIyê da
Fransayê helwesta xwe ya bo xwepêşandanên Îranê eşkere kir
DAIŞê leşkerekî Amerîkayê kuşt, 4 leşker jî birîndar bûn
'Herêma Rojavayê Gutayê ya Şamê ji milîtanan hat paqijkirin'
Berpirsê Eniya Tirkmenî li Kerkûkê hat kuştin
Dadgeha Îranê: Xwepêşandar li dijî Xwedê derdikevin, dê bên darvekirin
Etîketan:
Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de