02:30 20 Nîsan 2018
    Reza Sarraf

    'Dibe ku 10 mîlyar dolar ceza li Tirkiyeyê bên birîn'

    © AP Photo / Elizabeth Williams
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgîrê serokê CHPê Erdal Aksunger derbarê doza Hakan Atilla ku li DYAyê didome de hinek îdia anîn ziman û got, "dibe ku 10 mîlyar dolar ceza li Tirkiyeyê bên birîn. divê em cezayê bidin. Heke em nedin, em ê nikaribin yek dolarî jî ji bankayên xwe transfer bikin."

    Cîgîrê serokê CHPê Erdal Aksunger jî diyar kir ku li dadgehê li dozê temaşe kiriye û wiha dewam kir:

    Ev doz di dema operasyonên kûmpasê de dest pê kir. Di sala 2007an de li Edirneyê 202 kg eroîn hatibûn bidestxistin. Di berdewamiya operasyonê de gihiştin hevkarê Reza Zarrab, Abdullah Happani. Ma dewletê bi van nizanîbû? Dizanî.

    Tê gotin ku nêzî 10 mîlyar dolar ceza wê li Tirkiyeyê bên birîn. Ti gunehê Hakan Atilla tune ye, Zerrab jî heman tişt got. Wî navê Zafer Çaglayan û Suleyman Aslan da.

    Her wiha Aksunger îdia kir û got: Sûc piştrast bibe wê ceza li ‘Halk Bank'ê bê birîn. Ji aliyê din ve jî heke DYAyê dozê biguherîne doza hiqûqê, wê biçe Neteweyên Yekbuyî û ambargo jî dibe ku bê rojevê.

     

    Bi heman mijarî:

    Rûniştina 6em a guhdarîkirina Sarraf: 99%ê nûçeyên derbarê me de diweşiyan derew bûn
    Parlamenterê tirk: Yên ku bertîl ji Sarraf standine bila malê wan were desteserkirin
    HDPê derbarê îdiayên Sarraf yên bertîlê serî li dozgeriyê da
    Çi têkiliya Erdogan bi Sarraf re heye?
    Etîketan:
    reza zerrab, CHP, Erdal Aksunger, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de