01:21 24 Gulan 2018
    Nexweşxaneya Tibê ya Zanîngeha Dicleyê

    Li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê derbarê vîrûsa HIVê de lêpirsîn hat destpêkirin

    © Foto: hastane.dicle.edu.tr
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 0 0

    Serbijîşkiya Nexweşxwaneya Zanîngeha Dîcleyê derbarê Ç.K. ya vîrûsa HIVê di wê de tespit bû de daxuyanî da û aşkera kir ku derbarê bijîşkên ku emeliyat redkirine, lêpirsîn hatiye destpêkirin.

    SES - TDO - KHK - Daxuyanî
    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Odeya Tabîban a Amedê jî têkildarî mijarê de lêpirsîn da destpêkirin. Ç.K. dibêje ku vîrus ji mêrê wê yê ajovanê qemyonê ye derbas bûye û ev zarokê 3yemîn e ku aniye dinyayê.

    Jina bi navê Ç.K. a ji bo welidandinê çû nexweşxaneyê û vîrûsa HIVê di wê de tespît bû, bijîşk neket emelyata wê. Ç.K ya 27 salî çu nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê û piştre ji bo bikeve emelyata wê bang li Yrd. Doç. Dr. F.F. kirin. Li gorî îdiayan F.F. bi hinceta ku di Ç.K de vîrûsa HIVê heye nexwest bikeve emelyatê. Hinek bijişkên ku li nexweşxaneyê amadebun jî neketin emeliyata Ç.K. Piştre bang li Doç. Dr. E.A yê berpirsiyarê beşê hat kirin. E.A. hat nexweşxaneyê û emelyat qebul kir. Her wiha Ç.K ya ku seat di 17.00an de hat nexweşxaneyê piştî 5 seat şun de seat di 21.30an de ew xistin emeliyatê. Bi sedema ku kinc û alavên parastinê tune ye emeliyat destpê nekir. Piştî ku kinc û alavên parastinê hatin, di seat di 22.45an de emeliyatê destpê kir.

    ZANÎNGEHA DÎCLEYÊ DERBARÊ MIJARÊ DE DAXUYANIYEK DA

    Piştî buyer derket holê û rastî bertekên mezin hat. Li ser bertekan serbijîşkiya Fakulteya Tipê yê Zanîngeha Dîcleyê, daxuyaniyek da. Serbijîşk Prof. Dr. Ali Kemal Kadiroglu di civînê de axivî, da zanîn ku derbarê bijîşkên Ç.K. emeliyat nekirine de lêpirsîn hatiye destpê kirin. Kadiroglu destnîşan kir ku piştî nexweş 5sat û nîvan di beşa lezgîn de hatiye rawestandin, berpirsyarê beşê ji mala xwe hatiye û Ç.K. emeliyat kiriye û wiha axivî: "Ji ber ku di emeliyatê de tevdîrên parastinê nehatine girtin, bijîşka astîstanî derzî di destê wê re çûye û ev bijîşka astîstan ji bo bêhna xwe bistîne şandine malê." Kadîroglu diyar kir ku li nexweşxaneyê tîmên tenduristiyê têra xwe hene, şeva bûyerê hin bijîşkan bi hincetên wekî "Lepikên bariyerî" tune ne, nexwestine bikevin emeliyatê, li ser vê li Nexweşxaneya Welidandinê ya Jinan "Lepikên bariyerî" hatine temînkirin.

    DI DERHEQÊ REDKIRINA EMELYATÊ DE LÊPIRSÎN DESTPÊ KIR

    Kadİroglu anî ziman ku ji ber lepikên bariyerî tunebûne, hîndekarê nobedar nexwestiye bikevE emeliyatê, piştî agahî dane serokê beşa zanyariya bingehîn, Prof. Dr. Mustafa Kemal Çelen ketiye emeliyatê. Kadİroglu diyar kir ku peywirdarên ku emeliyat redkirine, derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin û di vî warî de Rektoriya Zanîngeha Dîcleyê agahdar kirine.

    ‘VIRUS JI MÊRÊ WÊ DERBAS BÛYE'

    Ç.K ya 27 salî dibêje ku vîrusa HIV ji mêrê wê ê ku ajovanê qamyonê ye û li nav bajaran kar dike derbasî wê bûye. Piştî ku virus derbasî wê bu di 21 salîya xwe de welidî û 2 zarokê wê çêbune. Her wiha Ç.K. di welidandina xwe ya niha de zaroka 3yemîn anî dinyayê.

    ODEYA Tabîban JÎ LÊKOLÎN DA DESTPÊKIRIN

    Odeya Tabîban a Amedê jî têkildarî buyerê de daxuyanî da û ragihand ku lêkolin dane destpêkirin. Odeya Tabîban diyar kir ku li Tirkiyê gelek pirsgirêkên tenduristiyê hene û wiha berdewam kir: "Em mijara Ç.K. ya bi wêre virusa HIV heye ji nêz ve dişopînin. Weke rêvebirîya Odeya Tabîban a Amedê me lêkolin da destpêkirin. Heger di dawîya lêkolinê de binpêkirina mafê tendursitiyê were tespîtkirin, ji bo were lêkolin kirin em ê mijarê bişînin ji saziyên me yê eleqedar re."

    Bi heman mijarî:

    Şanoya Bajêr a Amedê bernameya meha çile aşkere kir
    Li buroya Evrenselê ya Amedê dizî çêbû
    Şaredara berê ya Rezan a Amedê Yuksel Baran hat berdan
    Li dêra dawîn ya Amedê pîrozbahiya Noelê
    Li Amedê civina yekitîya netewî ya kurd: Bêdengî ji bo kurdan tê wateya mirinê
    Fîlmên Almanî li Amedê têne nîşan dan
    Etîketan:
    Lêkolîn, Daxuyanî, Emeliyat, Tenduristî, HÎV, Zanîngeha Dîcleyê, Odeya Bijîşkan a Amedê, Ali Kemal Kadiroglu, Diyarbekir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de