01:02 26 Nîsan 2018
    Aysel Tugluk

    Salek û nîv cezayê hepsê li Aysel Tugluk hate birîn

    © Foto : HDP
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Cîgira Hevseroka HDPê Aysel Tugluk bi sedema ku beşdarî xwepêşandaneke li devê deriyê hepsê bûye salek û nîv cezayê hepsê hate birîn.

    Doza ku Cîgira Hevseroka HDPê Aysel Tugluk bi tometa ku ‘muxalefeta qanûna, civîn û xwepêşandanan kiriye" bi encam bû. Dadgehê salek û şeş meh cezayê hepsê li Tugluk birîn.

    Aysel Tugluka ku li girtîgeha tîpa F ya Kocaeli girtîye tevî parêzerê wê Nuri Tan beşdarî dadgehê bû. Tugluka ku berî niha bi sedema beşdarbûna xwepêşandanên li devê deriyê girtîgeha tîpa Fyê ya Kocaelî bûye dihate darizandin, diyar kir ku ew parastinên xwe yên berê dubare dike û beraata xwe dixwaze.

    Dadgehê salek û şeş meh ceza li Aysel Tuglukê birîn.

    Bi heman mijarî:

    3 êrîşkarên cenazeyê dayika Aysel Tugluk hatin girtin
    Demirtaş di derbarê êrişa merasîma cenazeya diya Aysel Tugluk de peyam şand
    Parlamentera berê Aysel Tugluk hat girtin
    Aysel Tugluk û Seydî Firat hatin binçavkirin
    Ji Aysel Tugluk re 10 meh cezayê girtinê
    Etîketan:
    girtîgeh, ceza, dadgeh, Aysel Tugluk, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de