02:33 25 Gulan 2018
    selahattin demirtaş

    Demirtaş li ser fîlmê Yilmaz Guney nivîsî

    © AP Photo /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hevserokê HDPê yê girtî Selahatin Demirtaş, ji bo kovara bi navê OT li ser fîlmê Yilmaz Guney yê bi navê Duvar nivîsî. Demirtaş diyar kir ku: "Êdî têkiliya şertan û mekan ya rastenxwo bi hiş re, ne wekî pêşniyar, lê wekî tecrûbe dizanim."

    Hevserokê HDPê yê girtî Selahatin Demirtaş ji bo quncika nivîskar Ilhami Algor ya bi navê ‘Film Icabi' (Jo bo fîlm) ya di kovara OT de li ser fîlmê Yilmaz Guney yê bi navê Duvar nivîsek nivîsî. Demirtaş nivîs li ser vexwendina Algor wekî nivîskarê mêvan nivîsî. Nivîs Demirtaş ya bi navê ‘Kaderde ikinci adresimiz' (Navnîşana me ya duyema qederê) weha ye:

    Mekanê me gelekî piçûk. Dema mekan piçûk be û dem jî zêde be, hiş dibê rêhevalê we, divê bibe jî. Heke ez li derve bûma min ê bersiva vê pirsê bi heman awayî bida nizanim, lê dema di hundir dibên sahneyên fîlman raste rast fîlmên hepsê têne bîra min.

    Ji fîlmê Tatar Ramazan, 72. Koguş û gelek fîlmên din sahneyên kurt kurt û tên bîra min. Di sînemaya Rojava de wekî mekan ‘heps' xerab in. Ji bilî karakterek an du karakterên re hûn ji herkesên din re dibêjin ku xwedê kir li wir in.

    Lê di sînemaya me de, di nava mehkûman de hûn çend xeraban bi zorê dibînin ku bi gelemperî jî heqê wan tê dayin. Herkes baş, gelek jê mezlûm û mexdûr in. Heya serdeam hepsên tîpa Fyê, hepsên me yên di fîlman de dihêlin ku mirov bibeje xwezî ez jî hinekî têkevim hepsê de. tembûrên ku tên jenandin, çaya tê çêkirin, sohbetên bi fikr û tevî cixarê. Sedema vê yekê gumanên li ser saziya edaletê yên dîrokî û mafdar in, lê mijara me ne ev in. Wê çaxê dikarim sahneya herî rasteqîn ku nayê ji bîr kirin ya hepsê, ya di fîlman de bibêjim. Sahne ji fîlmêkî herî rasteqîn yê welatê me ye, ji fîlmê Duvar.

    Yek ji zarokên mehkûm ji aliyê zarokên din ve tê tengijandin. Hemû neheqiyê ku di hepsê de bibin sedema serhildanekê pir zêde ne. Zarokêk vê helbestê dixwîne.

    Ev der qawîşa çaremîn e birê min
    Binere camê wê tune ne şikestî ne
    Ne sobeya wê vedikeve ne kuleka wê
    De axir birê min
    Ka cixareyekê bide min em vexwin.

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş bi qasî 750 hezar lîreyan doza tezmînatê li Xezîneyê vekir
    Demirtaş: Ev der ne Amerîka ye û ne jî Ebu Gureyb e
    Demirtaş stranek nivisî û got: Dixwazim Grup Yorum vê stranê bixwîne
    Dadgehê serlêdana Demirtaş red kir
    Fezlekeyeke nû di derheqê Demirtaş de
    'Denîz Gezmîş sax bûya, dê bibûya hevalê Demirtaş ê girtîgehê'
    Etîketan:
    Yilmaz Guney, nivîs, kovar, Selahatin Demirtaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de