03:14 23 Nîsan 2018
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan: Kadroya çi yaw, jixwe hûn dixebitin

    © REUTERS / Osman Orsal
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di vê demê de ku nîqaşên li ser biryarnameyên di hikmê qanûnê yên ji bo kadrokirina xebatkarên pale dewam dikin, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî di organîzasyonekê de ji welatiyekî ku daxwaza kadroyê lê dikir re got, "kadroya çi yaw, jixwe hûn dixebitin".

    Piştî ku welatiyekî bangî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî kir û got,"Kadro ji bo Teşebusa Aborî ya Dewletê", "kadroyê bidin febrîqeyên şekirî, Serokkomarê min", Erdoganî jî got," kadroya çi yaw, jixwe hûn dixebitin".

    Vîdyoya vê helwesta Erdoganî di rojnameyeke tirkî de hat weşandin. Gava Erdogan di nav qerebalixê de dimeşe, welatiyek nêzîkî wî dibe û dibêje, "Kadro ji bo Teşebusa Aborî ya Dewletê", "kadroyê bidin febrîqeyên şekirî, Serokkomarê min", Erdogan jî wiha bersiva wî welatiyî dide," kadroya çi yaw, jixwe hûn dixebitin".

    Bi heman mijarî:

    Balyozxaneya DYA: Tirkiyeyê teminat da, tengkirina vîzeyan hat rakirin.
    Ji Îranê bo hemwelatiyên xwe hişyariya Tirkiyeyê
    Nûçeya Sputnik Kurdistanê ket rojeva Parlamentoya Tirkiyeyê
    ‘300 îngîlîziyên ku tevlî DAIŞê bûne xwe li Tirkiyeyê vedişêrin'
    Etîketan:
    biryarnameyên di hikmê qanûnê de, kadro, welatî, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de