06:04 20 Nîsan 2018
    Recep Tayyip Erdogan û Abdullah Gul

    Ji AKPê bo Gul: Xweda li gor çiya berfê dibarîne

    © AFP 2018 / ADEM ALTAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Piştî daxuyaniya serokomarê berê yê Tirkiyeyê Abdullah Gul ku madeyên biryaraneya hikmî (KHK) rexne kiribû bertekên AKPeyiyan didomin.

    Piştî peyama serokomarê berê yê Tirkiyeyê Abdullah Gul ku madeyên biryaraneya hikmî (KHK) rexne kiribû bertekên AKPeyiyan didomin. Herî dawî Parlamenterê AKPê yê Stenbolê Ahmet Hamdi Çamli bertek nîşanî Gul da.

    Parlamenterê AKPê yê Stenbolê Ahmet Hamdi Çamli li ser hisabê xwe yê Twitterê wêneyekî Abdullah Gul ku bi frank hatibû kişandin parve kir û got: "Ez bi qurbana Xweda me li gorî çiya berfê dibarîne ser. Eger wê demê ez bibûma serokomar min nikaribû vê rewşê îdare bikim, min ê xwe bikuşta lê nediketim vî fiqrê komik."

    Piştî peyama Abdullah Gul, Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîr Binali Yildirim jî di nav de heta niha gelek AKPeyiyan ji ber helwesta Gul a KHKê bi tundî ew rexne kirine.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan difikire ku Gul dê bibe namzet
    Abdullah Gul bersiv da Erdogan û AKPê
    Ji Erdogan bo Abdullah Gul peyvên giran
    Gul di derheqê KHKan de cardin axivî
    ‘Gul û Arinç biryara Erdogan guherandin'
    Etîketan:
    Parlamenterê AKPê yê Stenbolê, Abdullah Gul, Ahmet Hamdi Çamli, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de