05:47 22 Nîsan 2018
    Çekdar

    ‘Li gor agahiyên ku ji me re tên li Tokat û Konyayê kampên perwerdeya çekan hene'

    © REUTERS / Abdullah Coşkun
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Seroka Giştî ya IYI Partiyê Meral Akşener di hevpeyvîna xwe de got: "Li gor agahiyên ku ji me re tên li Tokat û Konyayê kampên perwerdeya çekan hene."

    Recep Tayyip Erdogan  û Abdullah Gul
    © Foto : Cumhurbaşkanlığı
    Nîqaşên madeya biryarnameya hikmî (KHK) didome. Seroka Giştî ya IYI Partiyê Meral Akşener di hevpeyvîna xwe ya nûnerê rojnameya Sozcuyê yê Enqereyê Saygi Ozturk de got: "Di demên dawî de hinek kes bi çekên lûledirêj li derdorê digerin û li gor agahiyên ku ji me re tên li Tokat û Konyayê kampên perwerdeya çekan hene."

    Meral Akşener di berdewamiya axaftina xwe de got: "Wek mînak ji me re agahiyên ku li Tokat û Konyayê kampên perwerde çekan tê gotin û ev îdîa beşav bûne. Bila lêkolîn were kirin û me agahdar bikin. Tê gotin ev kes wê di hilbijartinê de rolê bigrin ser xwe û eger encamên ku dixwazin neyên bidestxistin wê gengeşiyê derdxînin. Yek ji van jî Sadat e. Bawer bikin Sadat jî û yên din jî ji bom in wek misqalê tozê ne. Ev rêxistin dê însanan têxin nava pevçûnan. Ez ji niha ve hişyar dikim ku ji bo vê bergirî were girtin."

    Bi heman mijarî:

    CHP: SADAT û Ocakên Osmanî hêzên milîs ên AKPê ne
    HDPê pirsa rêxistina ‘Sadat'ê li Serokwezîrê Tirkiyê kir
    Avakarê SADATê bû serşêwirmendê Erdogan
    Etîketan:
    Sadat, Seroka Giştî ya IYI Partiyê, Meral Akşener, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de