17:43 20 Nîsan 2018
    Binali Yildirim

    Yildirim: Ger careke din hewldaneke darbeyî çêbibe bila welatî bergiriyên nekin gelo?

    Sputnik
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim nirxandinê Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu yên derbarê KHKya 696 de rexne kirin û got, "Ger careke din hewldaneke darbeyî çêbibe bila welatî bergiriyê nekin Gelo?"

    Kiliçdaroglu KHKya 696 ya ku di çarçoveya OHALê hatiye derxistin û tê de hatiye detnîşankirin ku ‘Ger welatiyek bergiriye hewldana dabeyî û çalakiyên berdewamiya hewldana terorî bike.. dê neyê darizandin" rexne kiribû.

    ‘ŞIVANÊ 3 BIZINA YE LÊ FÎK FÎKA WÎ ÇIYA Û BANIYAN HILDIWEŞÎNE'

    Yildirim di Kongreya Partiya AKPê wiha axivî:

    'DEMA KU HEWLDANEKE DARBEYÎ ÇÊBÛ BILA WELATÎ BERGIRIYÊ NEKIN GELO?'

    Yildirim Kiliçdarogl urexne kir û got, "Wan rojên dawiyê nîqaşin hene. Yê ke dev û levên wî hene diaxive. Çiye? Qaşo me destûrnameyek amade kiriye, me bergiriya welatiyan kiriye. Mey ê çi bikira? Mey ê bergiriya însanên kul i hemberî darbekaran derketine û canê xwe kirine devê xwe re bigota ‘Hun çima hatin û bergiriya darbeyê kir?' Gotineke xweş a Burduriyan heye, şivanê 3 bizina ye lê fîk fîka wî çiya û baniyan hildiweşîne. Ya Kiliçdaroglu jî dişibe vê yekê. Çi heye di vê yekê de? Dema ku hewldaneke darbeyî çêbibe bila welatî dernekevine devre? Qey we dixwest ku darbekar biserkevin?"

    Kiliçdaroglu, "Dema ku hindek bixawzin ku Tirkiyeyê dagir bikin, meclisê bombebaran bikin, bi rêya çekan bixwazin saziyan bixine bin kontorla xwe, wê demê berigrî û berxwedan mafekî rewa ye. Kesên ku li hember fermanên derqanûnî li ber xwe dan ew qehreman in. Tu yê îtaatî fermandarê darbekar bikî, tu yê bihêlî ku sûc û tawanan bikî, fersendê bidiyê. Li gorî vê hişmendiyê leşkerê ku çekan bernede welatiyên sûcdar e."

    ‘ME BI RÛSYA Û ÎRANÊ RE ÎNÎSÎYATÎF STEND'

    Ji bo dawîlêanîna şerê navxweyî yê 7 salan me Rûsya û Iranê re înîsîyatîf stend û me şer rawestand. Ji niha û pê de armanca me aştiyeke mayînde ye. Yanî li Sûriyeyê komên ku tevlî terorê nebûne bînine cem hev û di nava yekrêziya xaka Sûriyeyê de hikûmeteke din were avakirin û aştiyeke mayînde were sazkirin."

    Bi heman mijarî:

    Yildirim piştî pirsa Gul got: Vala diaxivin
    Yildirim: Hisabê xelet ji Qudsê vegeriya
    Yildirim: Ev nameyek vekirî ye ji bo DYAyê
    Doza Medeni Yildirim hat taloq kirin
    Yildirim: Rewşa li Sûriyeyê baş dibe
    Yildirim: Heke Amerîka xwe mecburî alîkariya YPGê dibîne em jî mecbur in S-400an bistînin
    Etîketan:
    Hewldana darbeya leşkerî, Bersiv, Daxuyanî, KHK, AKP, Binali Yildirim, Burdur, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de