07:37 24 Nîsan 2018
    Endamên PKKê li Qendîlê

    PKKê li Kanî Masê êrîşî serbazgeha artêşa Tirkiyê kir: Kuştî û birîndar hene

    © AP Photo / YAHYA AHMED
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 50

    PKKê li qezaya Kanî Masê ya bi ser navçeya Amedîyê ku girêdayî Dihokê ye, êrîş bir ser serbazgeheke artêşa Tirkiyê û di encama şer de tê ragihandin ku 11 leşkeran can daye û 9 jî birîndar bûne.

    Rêveberê nahiya Kanî Masê Serbest Ehmed derbarê êrîşa PKKyîyan de ji Spûtnîk Kurdistanê re ragihand, "Bo yekem care gerîlayên PKKê li nêzî Kanî Masê êrişeke wiha encam didin, ji ber ku berî niha tenê artêşa Tirkiyê êrişî ser bingehên PKKê û gerîlayan dikir."

    CIHÊ ÊRÎŞ HATIYE KIRIN 3 KÎLOMETRAN DI NAV AXA KURDISTANÊ DE YE

    Ehmed da xuyakirin, PKKyîyan bi guleyên hawinan doh 30yê Kanûnê êrişî ser bingeheke leşkerî ya Tirkiyê li nêzîkî Kanî Masê kirine ku bi kuratiya sê kîlometran di nav xaka herêma Kurdistanê de ye û di encamê de 9 leşker birîndar bûn.

    '11 KUŞTÎ Û 9 BIRÎNDAR HENE'

    Rêveberê Kanî Masê got, li gor zanyariyên ji aliyê PKKê ve hatine, di êrişê de 9 birîndar û 11 kuştî hebûne, lê ji aliyê leşkerê tirk ve jimara kuştiyan nehatiye eşkerekirin.

    PKK: KANÎ MASÊ TOLHILDANA MEXMÛRÊ YE

    Li gor daxuyaniya Serbest Ehmed, PKKê êrîşa Kanî Masê ya bi ser leşkerên Tirkiyê de, wekî tolhildana êrîşa ser Mexmûrê ragihandiye.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Di 2017an de li Sûriyeyê zêdetirî hezar peymanên agirbestê hatine îmzekirin
    Erdogan di peyama sersalê de got: Me hewla serxwebûna Kurdistanê vala derxist
    Kesê ku li Meydana Sor 2 kes birîndar kiribûn, hat binçavkirin
    ‘Amerîka ji bo rê li ber hêza Îranê bigire li Sûriyê dimîne’
    El Xezalî: Heşda Şeibî yekîtiya Iraqê parast û plana serxwebûna Kurdistanê têk bir
    Di xwêpêşandanên Îranê de kuştî û birîndar zêde dibin
    Etîketan:
    Artêşa Tirkiyê, PKK, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de