02:27 20 Nîsan 2018
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan di peyama sersalê de got: Me hewla serxwebûna Kurdistanê vala derxist

    © REUTERS / Yasin Bulbul
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 07

    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di peyama sersalê ya 2018an de, geşedanên navxweyî û herêmî bi bîr xistin û got, di sala nû de geşedanên girîng li benda me.

    Erdogan herwiha di beşeke peyamê de, rewşa Sûriye, Iraq, Filîstîn û Libyayê bi bîr xist û derbarê referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê de jî got, "Me bi vala derxistina hewla serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê gavên girîn avêtin."

    ‘ME LI SÛRIYÊ OPERASYONA IDLIBÊ KIR, LI IRAQÊ JÎ HEWLA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ VALA DERXIST'

    Serokomarê Tirkiyê ji hemwelatiyên Tirkiyê daxwaza hevkarî û yekîtiya milî kir û serboriya siyaseta Rojhilata Navîn û bi awayê serbazî ketina hundirê Sûriyê nirxand:

    "Tecrubeyên vê dawiyê gelekî bi zelalî ji me hemûyan re nîşan dane ku ‘Heta em li qadê tune bin, li ser maseyê jî nabin'. Sala bihurî me operasyona Idlibê da destpêkirin, me hewla serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê vala derxist û me di vê bareyê de gavên girîng avêtin."

    Erdogan di peyama sersalê de bi bîr xist, heta kêşe û aloziyên li herêmê neyên çareserkirin, Tirkiye nikare dahatuya xwe misoger bike û lewma jî ew neçar in polîtîkayeke ku zêdetir rîskan bigire bimeşînin.

    'HILBIJARTINÊN 2019AN KRÎTÎK IN'

    Serokomarê tirk di beşeke peyama xwe de, hilbijartinên herêmî û seroktiyê yên Tirkiyê ku tê çaverêkirin li sala 2019an werin kirin bi bîr xistin û destnîşan kir, ew hilbijartin ji bo welatê me xwedî girîngiyeke krîtîk in.

    Bi heman mijarî:

    Kesê ku li Meydana Sor 2 kes birîndar kiribûn, hat binçavkirin
    ‘Amerîka ji bo rê li ber hêza Îranê bigire li Sûriyê dimîne’
    El Xezalî: Heşda Şeibî yekîtiya Iraqê parast û plana serxwebûna Kurdistanê têk bir
    Di xwêpêşandanên Îranê de kuştî û birîndar zêde dibin
    Îsal li Hewlêrê ahengên sersala nû nayên lidarxistin
    Pûtîn ji bo Serokê Ermenistanê peyama sersalê şand
    4 keçên din ên kurdên êzidî hatin rizgarkirin
    Etîketan:
    Sûriye, Iraq, Kurdistan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de