02:29 20 Nîsan 2018
    Alaya HDP

    Polîsan bi ser avahiya HDPê de girt

    © Foto : Gulnush Ergul
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 02

    Polîsan piştî kongreya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi ser avahiya şaxa HDPê ya li Amedê de girt. Polîsan di avahiyê de lêgerîn kir û bi hinceta ku ‘deryasayî' ye pankartên li avahiyê komkirin.

    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) îro li avahiya şaxa HDPê ya Amedê Kongreya xwe ya Derasayî ya 5an a Bajarê Amedê li dar xist. Hat ragihandin ku piştî kongreyê polîsan bi hinceta pankartan bi ser avahiyê de girt.

    Hat diyarkirin ku polîsên ku li hundir avahiyê de geriyan bi sedema ‘deryasayî' ye pankartên li avahiyê kom kirin. Li gorî agahiyan di dema serdegirtina avahiya HDPê de avahî ji aliyê gelek wesayitên zirxî û polîsên taybet ve hat dorpêçkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Enqereyê 15 endamên HDPê hatin binçavkirin
    Dîmenên êrîşa parlementerên HDPê derketin
    Demirtaş rêjeya dengan a HDPê aşkere kir
    Parlamenterê HDPê Botan hat binçavkirin
    Derbarê parlamenterê HDPê de bi hinceta li qeyûm heqaret kiriye fezleke hat amadekirin
    Etîketan:
    serdegirtin, polîs, DBP, HDP, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de