14:44 22 Gulan 2018
    Yekîtiya Ewropa

    Enqerê bersiva Yekîtiya Ewropayê da

    © AP Photo / Kirsty Wigglesworth
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî ku Yekîtiya Ewropa (YE) ragihand ku wê 3 milyar eûroyên ku ji bo penaberên Sûriyê weadî Tirkiyê kiribûn, bi peymanê ve girêdane Tirkiye aciz bû û got: Ye jixwe pir bi hêdî tevdigere, şandina pereyan nayê wê wateyê ku li qadê tê bikaranîn.

    Piştî ku di 27ê Berfenbarê de Serokê Şandeya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewropayê Balyoz Christian Berger ragihand ku 3 milyar euroyên ku YEyê ji bo penaberên Sûriyeyî weadî Tirkiyê kiribûn, bi peymanê ve girêdane, Wezareta YEyê ya Tirkiyê daxuyaniyeke nivîskî da.

    Wezaretê di daxuayniya xwe de aşkere kir ku, beşek a ji pereyan ji bo projeyên saziyên navneteweyî hatine veguhastin û ev yek nayê wê wateyê ku ev pere ji bo pêdiviyên pênaberên Sûriyeyî tê bikaranîn û weha berdewam kir: "Mixabin, mekanîzmayên bikaranîna alîkariyên YEyê bilez naxebitin. Di daxuyaniyê de hat aşkere kirin ji bo penaberên Sûriyeyî ku hejmara wan li Tirkiyê ji 3 milyonan zêdetire, di ser 30 milyon dolarî re pere hatine xerc kirin.

    Wezaretê di daxuayniya xwe de balkêşand ser wê yekê ku hinek derdor derbarê alîkariyên aborî de daxuyaniyên xapînok didin û li ser vê yekê wan ev daxuyanî daye. Daxuaynî weha berdewam dike: "Di hin daxuyaniyên ku li ser navê YEyê tên kirin de, bi peymanê ve girêdan û xerckirinên li qadê tên têkelhev kirin. Alîkariyên ku YEyê ji bo penaberan wead kirine ne tenê meseleyeke aborî ye. Berpirsiyariyekî miroviye li hember mirovên ku ji welatê xwe bazdane.

    Bi heman mijarî:

    'Amerîkî û Ewropa fişarê dikin ku PYD tev li Cenevê bibe'
    ‘Yekîtiya Ewropa ji daxuyaniya Trump gelekî bi fikar e’
    Yekîtiya Ewropa: Dibe hetanî demeke nêzîk Tirkiye mizgîniyekê wergire
    Yekîtiya Ewropa ji ber sedemên siyasî fonên Tirkiyê dibire
    HDP ji bo hevserokên girtî li Ewropa ye: Pêşî li vê bêhiqûqiyê bigirin
    Wezîrê tirk: Em mehê 15 hezar penaber bişînin Ewropa bila şaş bibin
    Etîketan:
    Yekîtiya Ewropa, wezaret, daxuyanî, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de