01:13 21 Nîsan 2018
    Kemal Kiliçdaroglu

    Erdogan bo Kiliçdaroglu: Tu çi tov zilamî lo?

    © AFP 2018 / ADEM ALTAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokkomarê Tirkiyê û Serokê AKPê Recep Tayip Erdogan di kongreya partiya xwe ya bajarê Kastomonuya Tirkiyê axivî û bang li Kiliçdaroglu kir: "Yaw tu çi tov zilamî lo? Tu li xizmên 250 şehîdên min nafikirî. Em ne bi kaset û Cdyan hatin, ferqa me ev e."

    Erdogan axaftina xwe weha berdewam kir: "Mixabin em îro dibînin ku kesê îro serokê muxalefetê ye (Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu) ne li gel 34 hemwelatiyên me yên ku li ser Pira Şehîdên 15ê Temûzê hatin şehîd kirin lê li gel kujerên wan saf girtiye. Tu li gotinên wî binere: Dibêje "Ma xizmên wan tunene, dema wan wisa bibînin dê çi bikin, dê xemgîn nebin, dê wisa nebe, dê weha nebe?" yaw tu çi tov zilamî lo?

    Tu li xizmên 251 şehîdê min nafikirî, tu li xizmên 2 hezar û 193 xaziyên min nafikirî. Ma tu dipirsî, gelo dema xizmên wan, zarokên wan, birayên wan şehîd ketin, çi kirin?" tu li van difikirî? Na. Em ne bi kaset û Cdyan hatin. Ferqa me ev e.

    ‘AMERÎKA BI ME RE BIXEBITE EM Ê KÊFXWEŞ BIBIN'

    Abdullah Gul
    © AFP 2018 / ADEM ALTAN
    Erdogan derbarê Sûriyê de jî axivî û weha got: " Êdî em biherîn ku li rûyê me tiştek tê gotin û li pêş çavên me tiştekî din tê kirin. Ev ne dirust in. Ji şexsê min re hat gotin ku dê çekan nedin rêxistinên li herêmê, lê ji wê rojê ve ji 4 hezar tiran zêdetir çek li ber sînorên me pê de hatin belav kirin û bi wê ve jî neman, sala 2018an de jî budçe ji wan re hate veqetandin. Êdî gotin nemaye. Em ê ji niha û pê ve li pratîkê binerin. Kêşe ewe ku Amerîka dixwaze bi me re bixebite an na ye? Amerîka bi me re bixebite em ê kêfxweş bibin. Tu kêşeyên ku em di navbera xwe de çareser nekin tunene.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan li welatê afrîkî Sudanê DAIŞ û PYD şiband hev
    Erdogan: Balyozxaneya Tirkiyeyê li Qûdsê ye
    Erdogan: Ez li bendê me ku Trump li min bigere
    Erdogan sibe diçe Şirnex û Colemêrgê
    Erdogan bo Qudsê spasiya Pûtîn kir
    Çi têkiliya Erdogan bi Sarraf re heye?
    Etîketan:
    Sûriye, şehîd, rêxistin, Recep Tayip Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de