08:19 23 Nîsan 2018
    Herka Tirkî

    Saleke têkiliyên Rûsya û Tirkiyê: Projeyên enerjiyê temam in

    © Sputnik /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Piştî krîza balafirê ya di sal 2015an de her du dewletên ku bazirganiya wan ya du alî pir kêm bû, di sala 2017an de bazirganiyê di navbera xwe de zêde kirin û niha jî bi projeyên mezin yên ênerjiyê vê têkiliyê bi pêşdixin. Li gor pisporan armanca her du dewletan a nû divê bibe kirîna petrol û gaza xwezayî ku bi rubleyan were kirîn.

    Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan
    © Sputnik / Sergey Guneev
    Sala 2017an ku ji bo têkiliyên Rûsya û Tirkiyê giring bû, her du dewlet ji alikariya leşkerî bigre heya, şirîkatiya stratejîk, ji bazirganiyê heya bi peymanên enerjiyê di gelek waran de nêzî hev kirin. Sala 2017an ji bo têkiliyên her du dewletan bû saleke ku di serî de di warê enerjiyê de, projeyên hevkar yên her du dewletan û bazirganiya ku bi lez bipêşket. Sala 2017an bu saleke wisa ku, piştî krîza balafirê a 2015an de, her du dewleta bi lez projeyên wekî, Xeta Herka Tirkî ya gaza Xwezayî, destpêkirina Santrala Nukleer ya Akkuyu û peymanên din dane dest pê kirin.

    ‘ENERJÎ SERNAVÊ STRATEJÎK YÊ TÊKILIYÊN RÛSYA Û TIRKIYÊ NE'

    Dr. Kerîm Has yê hindekarê Zanîngeha Dewletê ya Moskowê mijara enerjiyê ji Spûtnîkê nirxand. Has diyar kir ku: "Di serê projeyên giring ku di dema dawîn de derketine holê de Herka Tirkî tê. Herka Tirkî ji bo Rûsya giring e. Ev proje Ukraynayê bypass dike. Ev projê di sala 2014an de bi hatina Pûtîn ya ji bo Tirkiyê hatibû rojevê û bi krîza balafirê ya 2015an jî ji rojevê derketibû. Lê niha nêzî 700 kîlometreyê wê hatiye temam kirin."

    ‘HECMA BAZIRGANIYÊ ZÊDE DIBE, EM Ê NÊZÎKÎ 20 MILYON DOLARAN BIBIN'

    Pisporê aboriya Rûsyayê Tuncay Turşucu jî têkiliyên bazirganiya Rûsya û Tirkiyê nirxandin. Turşucu diyar kir ku têkiliyên bazirganiyê ji nû ve zêde dibin û weha berdewam kir. "Ji sala 2015an heya îro cara ewil bazirganî ev qas zêde dibe. Pêvajoyeke gelekî zehmet li paş ma. Di sala 2012-2013an de hecma bazirganiyê ya bi Rûsyayê re 32-33 milyar dolar bû. Di sala 2016an de ev rêje dakete 17 milyaran. Lê belê di sala 2017an de, di pêvajoyeke deh mehan de ev rêje giha 17 milyar dolaran. Êm dipên ku di sala 2018aan de jî em ê rêjeyeke baştir zeft bikin. Dê ev rêje bigihe 20 milyar dolaran."

    ‘GIRÎNG E KU PETROL Û GAZA XWEZAYÎ BI RUBLEYAN WERE KIRÎN'

    Turşucu balkêşand ser ku, li gel projeyên Herka Tirkî û Santrala Nukleer ya Akkuyu, bi destpêkirina seferên charteran geştûguzarên ku werin jî dê karîgeriyeke baş li têkiliyên bazirganiyê bikin.

    Herwiha Turşucu destnîşan kir ku, di navbera her du dewletan bazirganiya petrolê û enerjiyê ku bi rubleyan were kirin dê baştir be. Divê em bi dewletên cîran re bi pereyên xwe bazirganiyê bikin. Wê demê dê ev sudeke mezin bide me.

    Bi heman mijarî:

    'Rûsya dê hejmara baregehên Amerîkayê kêm bike'
    Rûsya: Artêşa Sûriyeyê baregeha leşkerî ya Amerîkayê dorpêç kir
    Rûsya: Tirkiyeyê bi 2.5 milyar dolarî 4 heb bataryayên S-400î kirin
    Rûsya plan dike ku li fezayê otelekê veke
    Rûsya : Dibe gelek mirovên amerîkî bên kuştin
    Pûtîn: Rûsya amade ye bi hemû welatan re hevkariyê bike
    Etîketan:
    bazirganî, Herka Tirk, enerjî, Tuncay Turşucu, Kerim Has, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de