19:16 25 Nîsan 2018
    Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê

    Rektorê Zanîngeha Mêrdînê ji akdemîsyênekî re got: Ez akademisyenên wekî jinan naxwaz im

    © Foto : artuklu.edu.tr
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hindekarê Beşa Avahîsaziyê yê Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê Emre Ozyetiş ragihand ku, rektorê zanîngehê Ahmet Agirakça gazî wî kiriye û gotiye: "Ma tu dixwazî bibî jin? Ma te hay jê nîne ku tu li Mêrdînê yî."

    Li gor nûçeya Zeynep Yunculer ya ji malpera Journo rektorê zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê ji hindekarê beşa avahîsaziyê re gotiye: "Ma tu dixwazî bibî jin? Ma te hay jê nîne ku tu li Mêrdînê yî." Herwiha rektor ji bo vê meseleyê ji rojnamegerên ku xwestine agahiyê ji rektor bistînin re jî gotiye: "Ez li zanîngeha xwe, zilamên mêr ku wekî jinan tevdigerin naxwaz im. Ev yek bêexlaqî û bêterbiyetîye. Heke hûn vê nûçeyê çêbikin jî ez ê dozê li we jî vekim."

    Hindekar Emre Ozyetişê ku ji sala 2014an ve li beşa avahîsaziyê wekî lêkolîner dixebite diyar kiriye ku Agırakça di 26ê Berfenbarê de sibehî gazî wî kiriye û derbarê nasnameya wî ya cinsî de hekaret lê kirine û gef lê xwarine. Ozyetiş ragihand ku wî derbarê rektor de 27ê Berfenbarê de serî li dozgeriyê daye.

    Bi heman mijarî:

    Hikûmeta Sûriyê li Rojava zanîngeh girt
    HDPê êrîşên li Mêrdîn û Amedê şermezar kirin
    Di rêya navbera Mêrdîn û Rihayê de bombe teqiya: 3 polîs hatin kuştin
    Li Mêrdîn û Colemêrgê şer û teqîn: 6 leşker hatin kuştin
    Li ser rêya Mêrdîn û Amedê teqîn: 8 leşker birîndar bûn
    Li Mûş, Belîs, Mêrdîn û Erzeromê operasyonên binçavkirinê
    CHP: 'Zanîngehên Mêrdîn, Colemêrg û Şirnexê tên girtin'
    Mêrdîn bajarê kevnar, mûzexaneya servekirî
    Etîketan:
    hindekar, rektor, zanîngeh, Journo.com, Ahmet Agirakça, Emre Ozyetiş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de