05:26 22 Nîsan 2018
    Girtîgeh

    Bi axaftina bi telefonê derket holê: di girtîgehê de ji ber ku ‘kurd'bû hate kuştin

    © AP Photo / Muhammed Muheisen
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Ulaş Yurdakul ê ku li Girtîgeha Kepsut ya Balikesirê de cezayê xwe yê girtîgehê dikşand, ji ber ku bin xwe pîs dikir, ji aliyê nûnerê koxişê û zilamên wî ve par sersalê hatibû linç kirin. Ji girtiyan yekî sûcê xwe qebûl kir. Ibrahim Armaganê ku di telefonê de bi diya xwe re axivî li xwe mukir hat û hurgiliyên bûyerê eşkere kirin.

    Ulaş Yurdakulê ku ji ber sûcê mêrkujiyê di Girtîgeha Kepsut a Balikesirê de cezayê xwe dikşand ji aliyê girtiyên din ve bi îşkenceyê hat e kuştin. Di derbarê pêywirdarên girtîgehê de biryara neşopandinê hat dayin. Lêpirsîna derbarê mehkûmên ku li Yurdakul xistin de jî didome.

    Diya Ulaş Yurdakul Fatma Yurdakul anî ziman ku, bila ji kujeran hisap bê xwestin û kujer bê ceza nemînin û wisa berdeam kir, "Dilê min şewitandin, di axaftina min ya dawî a bi Ulaş re ku min dengê wî bihîst, kezeba min şewitî. Ji dengê wî dihat fahm kirin ku zilm û îşkence lê kiribûn. Bê nan û bêav hiştibûn û îşkence lê kiribûn. Piştî axaftina min ya dawî bi du hefteyan, xebera kuştina lawê min hat."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Hudeydeyê şerê dijwar: 44 leşker û milîs hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn
    Bi RPGê êrişî wesayîta leşkeran kirin: 2 jê albay 7 leşker hatin kuştin
    Sazkarê pêşengeha ku Karlov lê hatibû kuştin hat girtin
    Li Sûriyeyê 6 leşkerên Îranê hatin kuştin
    Etîketan:
    lixwemikurhatin, kuştin, Kurdbûn, Ulaş Yurdakul, Balikesir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de