07:48 20 Nîsan 2018
    Darizandin, dadgeh, girtin

    Şaredara berê ya Rezan a Amedê Yuksel Baran hat berdan

    © Fotolia / Andrey Burmakin
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şaredara berê ya navçeya Rezan a Amedê Yuksel Baran bi şerte kontrola adlî hate berdan. Doz ji bo Avrêlê hate taloq kirin.

    Şaredara berê ya navçeya Amedê ya Rezan Yuksel Baran a ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, di 23ê Hezîranê de hatibû girtin, bi şertê kontrola adlî hate berdan.

    Doza Yuksel Baran ku bi tometa ‘damezrandina rêxistina terorî û birêvebirina wê' û ‘endambûna rêxistinê' hatibû giritn li 9. Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê îro berdewam kir. Baran parastina xwe bi kurdî kir û diyar kir ku parastinê xwe yê berê dubare dike û xwest ku were berdan. Dozgerê ku paşê mutalaya xwe da, xwest ku girtina gumanbaran berdewam be. Piştî parastina parêzeran Lijneya Dadgehê biryara xwe aşkere kir û Baran bi şertê kontrola adlî serbest berda.

    Doz ji bo kêmasî werin temma kirin bo meha Avrêlê hate taloq kirin.

    Bi heman mijarî:

    Serokomarê berê serbest hat berdan
    Akademisyenê navdar Fîkret Başkaya serbest hat berdan
    Hevseroka KCDê Leyla Guven serbest hat berdan
    Pîlotê ku balafira wî li Hatayê ketibû serbest hat berdan
    Parlamentera HDPê ya Êlihê piştî binçavkirinê serbest hat berdan
    Hevşaredarê BDPê yê Amedê serbest hat berdan
    Etîketan:
    rêxistin, rezan, şaredar, Yuksel Baran, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de