02:26 20 Nîsan 2018
    Rojnamevan-rojnameger

    ‘Di sala 2017an de 52 rojnamegerên jin hatin binçavkirin'

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 0 0

    Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê derbarê binpêkirina mafên rojnamegerên jin de raporek aşkere kir û ragihand ku di sala 2017an de li Tirkiye bi giştî 52 rojnamegerên jin dema nûçe dişopandin hatin binçavkirin û 9 rojnamegerên jin hatin girtin.

    Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê, derbarê binpêkirina mafên rojnamegerên jin de raporek weşand. Di raporê de hate aşkere kirin ku di sala 2017an de li Tirkiye bi giştî 52  rojnamegerên jin dema nûçe dişopandin hatin binçavkirin û 9 rojnamegerên jin hatin girtin. Di heman raporê de hate gotin ku bi giştî 6 rojnamegerên jin ku di nav wan de rojnameger Nujiyan Erhan ji heye dema nûçe dişopandin hatin kuştin. Derbarê 26 rojnamegerên jin de doz hat vekirin û 6 jinên din hatin darizandin. Derbarê wan de jî ji salek û 3 mehan heta 7 salan ceza hat birîn. Di raporê de hate gotin ku bi sedema rewşa awarte karta zer a çapemeniyê ya 2 rojnamegerên jin hat betalkirin. Platformê di raporê de got 10 rojnamegerên jin dema hatin binçavkirin di bin çavan de li miduriyeta polîsan rastî tundiyê hatin.

     

    Bi heman mijarî:

    Hûsiyan peyamnêrê Sputnikê jî di nav de, bi tevahî 41 rojnameger dîl girtine
    Rojnameger û derhênerê belgefîlman ê YPGyî li Reqayê jiyana xwe ji dest da
    Polîsan destûr nedan ku rojnameger bikevin Qada Nobeta Wicdan û Edaletê
    PYD: PDK nahêle ku rojnameger derbasî Rojava bibin ku operasyona Reqayê bişopînin
    'Di meha Avrêlê de 13 rojnameger hatin desteserkirin'
    Li Amedê 'Platforma Jinên Rojnameger ên Mezopotamyayê' ava bû
    Etîketan:
    rojnameger, maf, rapor, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de