15:41 22 Nîsan 2018
    girtin-binçavkirin-desteserkirin

    Li Tikiyeyê 29 bersûcên DAIŞê hatin desteserkirin

    © Foto: Kirill Kallinikov
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê biryara desterskirina 50 bersûcên DAIŞê da. Li ser vê biryarê îro berê sibehê Asayişa Enqereyê bi tevlîbûna 500 polêsan li dijî DAIŞê operasyoneke berfireh lidarxist û bi ser malan de girt.

    Hat ragihandin ku di encamdana operasyonên têkoşîna li dijî DAIŞê de 29 bersûc hatin desteserkirin. Doh jî di çarçoveya operasyonên li dijî DAIŞê zêdetirî 120 kesan hatibûn desteserkirin.

    Hêjayî bibîrxistinê ye ku sersala par li bajarê Stenbolê, di encamdana êrîşeke terorî ya DAIŞê li mekanê bi navê Reinayê 39 welatî hatibûn kuştin û 70 kes jî birîndar bûbûn.

    Bi heman mijarî:

    ‘Emîrê DAIŞê yê Diyarbekirê' dîsa hat serbest berdan: ‘Guman heye lê girtin ne bi pîvan e'
    Berî sersalê operasyona DAIŞê: 120 kes hatin binçavkirin
    BBCyê dîmenên nû yên peymana HSD û DAIŞê belav kirin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de