04:19 20 Nîsan 2018
    Çiyayê Kirklar

    Hetanî 10 rojan avahiyên Çiyayê Kirklarê têne hilweşandin

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku hetanî 10 rojan wê avahiyên luks ên Çiyayê Kirklarê ku li navçeya Sûr a Amedê ne û 6 sal berê dest bi çêkirina wan kiribûn dê werin hilweşandin.

    Şaredariya Sûrê du roj berê nameyek ji şirketa ku avahiyên Kirklarê çêkiribûn re şand û di nameyê de daxwaz ji şirketê hat kirin ku hetanî 10 rojan 4 blokên ku di etaba pêşî de cih digrin hilweşînin eger daxwaza me bi cih neyê û şaredarî bi xwe vî karî bike em ê bi mesrefê zêde jî ji şirketê tehsîl bikin.

    ‘DOZ DEWAM DIKE'

    Projeya ku 725 avahiyan pêk tê û ji aliyê du şirketan ve li Çiyayê Kirklarê dihate çêkirin bi îdîaya ku alîkariya PKKê dike hatibû morkirin û derheqê 32 rêvebiran de jî bi îdîaya ku muxalefeta qanûna pêşgirtina fînansoriya rêxistinê kirine ji 15 salan hetanî 25 salan doz hatibû vekirin.

    Îdîaname ji aliyê Serdozgerê Komarî yê Amedê ve hatibû vekirin û doza ku serokê şaredariya Sûrê yê berê Abdullah Demirbaş jî di nav li Dadgeya Cezaya Giran a 4emîn a Amedê dewam dike.

    Ji hêla din ve hat ragihandin ku bi kontrola Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest bi hilweşandina avahiyan hat kirin.

    Bi heman mijarî:

    Belgefîlma li ser Sûrê hat qedexe kirin
    Li Sûrê piştî şer rûxandineke mezin çêbû: 3 hezar û 569 avahî hatin xerakirin
    ‘Berhemên dirokî yên Sûrê li ku ne?'
    ‘AKP bila ji bo Cizîr û Sûrê jî rexnedayîna xwe bide'
    Kemalbay: Dixwazin Sûrê bêmirov bihêlin
    Etîketan:
    Çiyayê Kirklarê, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de