21:44 25 Gulan 2018
Ala DAIŞê

‘Emîrê DAIŞê yê Diyarbekirê' dîsa hat serbest berdan: ‘Guman heye lê girtin ne bi pîvan e'

© Sputnik / Andrey Stenin
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Li gorî medyaya Tirkî ‘Emîrê DAIŞê yê Diyarbekirê' N.T. yê ku li ser gumanê hatibû girtin û di 20ê hezîrana 2017an hatibû berdan, li ser gumanên saxlem cardin hatibû girtin dîsa hat serbest berdan.

N.T. di parêznameya xwe ya li dadgehê got, ew mala ku şoptiliyên min derketine, mala min e, ez li wîr dijîm û wiha berdewam kir:

"Ew tişta ku weke korse tê terîfkirin û materyalên dijîtal li ser min nehatine girtin. Piştî ku ez ketime girtîgehê li ser min îfade dan. Egera vê yeke ew e ku em di medyayê de werine herimandin. Di derheqê min de 2 doz hatine vekirin. Ji min re hem dibêjin tu DAIŞî ye hem jî El Qaîdeyî ye. Ev herdu rêxisti neyarên hev in. Ji 2013an ve min bi awayekî teknîkî dişopînin, divê bizanibin bê ez çûme Sûriyeyê an na."

Sînorê Tirkiye û Sûriyeyê
© Foto : AA/ Orhan Çiçek/ Arşiv
DOZGER: GUMANA SAXLEM A SÛC HEYE

Di doza ku doh hate dîtin de dosyeya N.T.yê ku binaçvkirî dihate darizandin bi ya gumanbar A.S.re hate yekkirin. Di dozê de gumanbar û parêzên gumanbaran hazir bûn. Di rûniştina doh de N.Tyê ku bi tawana ku ‘emîrê Diyarbekirê yê DAIŞê'ye dihate darizandin xwe parast. Dozger şoptiliyên N.T. li mala hucre ya DAIŞê tesbît kiribûn. Herwiha dozger li mala gumanbarî korseyeke taybet, alavên dijîtal, belgeyên ku tê de propagandaya rêxistinê dihat kirin, axaftinên telefonê tesbît kiribûn. Dîsa derbarê wî de beyanên çavdêran hebûn. Ji ber van daneyên gumana saxlem dozgeriyê xwest dema binçavkirina wî were dirêjkirin.

DADGEHÊ JI BER DEMA DIRÊJ A BINÇAVKIRINÊ EW SERBEST BERDA

Dadgehê bi sedema ku N.T berê demek dirêj di binçavan de mabû ew serbest berdabî, piştî vê serbestberdanê Dadgeha Giran a Cezayê ya 6em ew dîsa binçav kiribû, bi vê yekê re dema ku girtî mabû dirêjtir bûbû. Ligel ku delîlên berbiçav û gumana saxlem a sûc hebû jî dadgehê ji ber dema dirêj a binçavkirinê ew serbest hat berdan, lewra eger dema binçavkirinê bihata dirêjkirin dê ‘ne bipîvan û hevgirtî' bûya.

Bi heman mijarî:

Pêşmergeyê dîl bi guhertina emîrê DAIŞê hat rizgarkirin
'Emîrê DAIŞê ku Mûsil dagir kiribû hat kuştin'
Emîrê DAIŞê Ebû Îshaq El Tunisî hat kuştin
‘Emîrê DAIŞê yê propagandayê hat kuştin'
Hêza Dijteror a Kurdistanê: "Emîrê DAIŞê Ebû Bekir Fransî hat kuştin"
Emîrê DAIŞê yê binavê Farsi Hesen Ebdulrehman Cibûrî hat kuştin
Etîketan:
serbestberdan, Gumanbar, Emîrê DAIŞê, DAIŞ, Diyarbekir
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de