06:24 21 Gulan 2018
    Turkish President Tayyip Erdogan addresses his supporters during a rally for the upcoming referendum, in Izmir, Turkey, April 9, 2017.

    Ji Erdogan bo parlamenterên AKPê: Ji we re çi, hûn çima diaxivin

    © REUTERS / Umit Bektas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 02

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji bo tifaqa navbera AKP û MHPê bertek nîşanî parlamenterên AKPeyî da û got: "Ji we re çi, hûn çima diaxivin."

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji bo tifaqa navbera AKP û MHPê bertek nîşanî parlamenterên AKPeyî da û got: "Mixabin car caran ji nava partiya min jî hinek kes derdikevin û di vê mijarê de diaxivin. Ji we re çi bire min? Hûn çima diaxivin?"

    Li gorî nûçeya Hande Firata rojnameya Hurriyetê Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: "Beriya her tiştî di navbera me û MHPê de niha tifaqeke ji bo nirxên millî yên welat heye. Em wek AKPê sekneke millî nîşan didin. MHPe jî wek me li ser rêbazeke millî ye. Dibe em vê seknê bighînin cihê baştir. Divê pir zêde ecele neyê kirin."

    Erdoga di dirêjiya axaftina xwe de dibêje: "Nabe ku her kes li ser vê mijara tifaqê biaxive. Kesên partiya min jî di nav de. Di nava partiya min de jî car caran hinek derdikevin û derheqê vê mijara tifaqê diaxivin. Ji we re çi bire min? Hûn çima diaxivin? Kesên di vê meseleyê de biaxivin diyar in.

    Bi heman mijarî:

    ‘Gul û Arinç biryara Erdogan guherandin'
    Rûsyayê bersiv da gotinên Erdogan yên ku digot ‘Esad Terorîstek e'
    Serokê Sonarê Bayrakçı: Erdogan di hilbijartinên Serokomariyê de 51%î deng nastîne
    Ji Erdogan bo Gul: Delîla te çi ye?
    Sûriyê bersiva Erdogan da: Piştgiriyeke bê sînor dide terorîstan
    Erdogan ji bo Beşar Esad got: Ew terorîstek e
    Etîketan:
    MHP, AKP, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de