11:57 27 Nîsan 2018
    Parlamentoya Tirkiyeyê

    Nûçeya Sputnik Kurdistanê ket rojeva Parlamentoya Tirkiyeyê

    © REUTERS / Umit Bektas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Parlamenterê HDPê yê Wanê Adem Geverî li ser vekirina gorên li Goristana Xerzanê û birina cenazeyên li wir ji bo Stenbolê bi pêşnûmeyek pêşkeşî Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim kir.

    Tê zanîn ku beriya çend rojan Sputnik Kurdistanê di nûçeyeke xwe de anîbû rojevê, ku gorên li Goristana Xerzanê ya li bajarê Bêdlisê bi daxwaza dozgeriyê ji aliyê hêzên ewlehî yên tirk ve hatine vekirin û cenazeyên li wir hatine derxistin, ket rojeva Parlamentoya Tirkiyeyê jî.

    Parlamenterê HDPê yê Wanê Adem Geverî di derbarê mijarê pêşnûmeyeke amade kir û ji bo bersivdayinê pêşkeşî Serokwezîrê Tirk Binali Yildirim kir. Geverî di pêşnûmeya xwe de diyar kir ku rêza li hemberî cenaze û miriyan di dînê Îslamê esas e û got, "Li beramberî ku rîtuelên çandî û dînî tên zanîn jî, li gundê Uleka Jorîn ê navçeya Tetwanê ya Bêdlisê 267 cenazeyên li Goristana Xerzan piştî ragihandina qedexeya derketinê ya derve bi operasyonekê ji goristanê hatine derxistin û ew şandine Saziya Tibê ya Edliyeya Stenbolê."

    Herwisa Gever idi pêşnûmeya xwe de ev pirs kirin: "Sedema derxistina cenazeyan ji gorên Goristana Xerzanê çi ye? Li ser termen wan cenazeyên ji goristanê hatine derxistin, kîjan karê siyasî û edlî tê kirin? Hinek cenazeyên li goristanê li beramberî hebûna destûrê ya definkirinê, dîsa jî hatine derxistin. Ev yek li gorî kîjan yasa û biryarê hatiye kirin? Di derbarê kesên ku fermana derxistina cenazeyan ji goristanê daye û ev ferman bi cih anîne de ti lêpirsîn hatiye destpêkirin? Ger tune be wê lêpirsîn were destpêkirin? Cenaze wê kengî radestî malbatên wan were kirin?"

    Bi heman mijarî:

    'Li Bêdlisê goristana PKKyiyan hat xerakirin û 267 cenaze şandin Stenbolê'
    Ji bo Dadgeha Bilind 267, ji bo Şêwirgeha Dewletê 75 endamên nû hatin hilbijartin
    Êrîşî merasîma cenazeyê dayika Tugluk kirin: Cenaze ji mezel hat derxistin
    Di definkirina cenaze de teqîn: 3 kuştî û 2 birîndar
    Bi sedan cenaze li kuçe û kolanên Mûsilê mane
    Etîketan:
    cenaze, Parlamenterê HDPê yê Wanê, Parlamentoya Tirkiyeyê, Adem Geverî, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de