10:08 25 Gulan 2018
    AKP - AKPê

    'Li gel ew qas heqaretan mirov ji kurdên nav AKPê re nikare bibêje ew kurd in'

    © AFP 2018 /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 30

    Yek ji damezirînerên AKPê û Parlamenterê HDPê yê Mersînê Dengir Mir Mehmet Firat di derbarê nîqaşa li ser navê ‘Kurdistanê' diyar kir ku kesê behsa Kurdistanê kir Serokomarê tirkiyeyê Erdogan bû û got, "AKP bi sûçhesibandina gotina Kurdistanê heqaretê li kurdên nav AKPê dike."

    Yek ji damezirînerên AKPê û Parlamenterê HDPê yê Mersînê Dengir Mir Mehmet Firat di gotûbêja xwe ya ji bo Ajansa Mezopotamyayê de behsa rewşa dawîn a AKPê kir û got, "Ev guherîna neyênî ya AKPê ji ber helwesta wê ya li hemberî pirsgirêka kurd e. Ev pêvajo bi hilweşandina maseya mizakereyê dest pê kir. Piştî vê pêvajoyê konsept guherî. Ev 100 sal in hewl didin her tim bi tundiyê vê pirsgirêkê çareser bikin. Beriya niha hinek hewldan hebûn, ku pirsgirêkê bi rêyên demokratik çareser bike û ya rast jî ev bû."

    Firat li ser nîqaşên ji bo gotina ‘Kurdistanê' jî derbirî ku beriya niha Serokomar Erdogan ev gotin bi kar aniye û wisa berdewam kir, "Kesê ku wekî rastiyekê behsa Kurdistanê kir û bi bîr xist ku di parlamentoya yekem de parlamenterên Kurdistanê hebûn ew bi xwe bû, herwisa kesê Kurdistan ji nû ve qedexe kir jî ew e."

    Parlamenterê HDPê Firat anî ziman ku jixwe ev 3-4 sal in hewl dide civaka li Kurdistanê bi tundiyê bitepisîne û got, "Bi vê konsepte bikaranîna her navên di derbarê kurdan de wekî salên 1990î hatin qedexekirin. Hûn bêyî ku ji wê herêmê re bibêjin Kurdistan an jî bikaranîna navekî din nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin."

    Firat ji bo kurdên nav AKPê jî bal kişand ser ku AKP bi sûçhesibandina gotina Kurdistanê, heqaretê li kurdên nav AKPê jî dike û got, "Li Iraqê Herêma Xweser a Kurdistanê heye. Li Îranê hêj jî eyaleta Kurdistanê heye. Gava hûn vê yekê li Tirkiyeyê qedexe bikin, mefhûmeya pêkvejiyanê ji holê radibe. Ev heqaret e. Hûn li heqaretê li kurdên nav AKPê bi xwe jî dikin. Eger kurdên di nav AKPê de jî li beramberî ew qas heqaretan dikarin li nav AKPê bimîne û van heqaretan qebûl bike, mirov nikare ji wan re bibêje ew kurd in."

    Bi heman mijarî:

    Birêveberê ENKSÊ: Dê PYD beşdarî civîna Soçî nebe, wê 23 rayedaren kurd beşdar bibin
    Li Amedê civina yekitîya netewî ya kurd: Bêdengî ji bo kurdan tê wateya mirinê
    Parlamenterê kurd şertên Ebadî bo şandina fermanberan eşkere dike
    Melayên Kurd fetwa derxistin: Êrîşa ser saziyan û milkên giştî heram e
    Ji bo girtiyê kurd bi hinceta 'govend gerandiye' lêpirsîn hat destpêkirin
    Bayram Bozyel: Divê kurd tifaqa xwe û hêviya xwe wenda nekin
    Etîketan:
    kurd, Parlamenterê HDPê yê Mersînê, AKP, Dengir Mir Mehmet Firat, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de