05:33 22 Nîsan 2018
    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)

    HDP: Ger rewş neyê guhertin dê li Tirkiyeyê şerê navxweyî derkeve

    © AFP 2018 / ADEM ALTAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlamenterê Qersê û Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bilgen di axaftina xwe de diyar kir ku li Tirkiyeyê rewş neyê guhertin dê şerê navxweyî dest pê bike.

    Parlamenterê bajarê Qersê û Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen îro li Enqereyê, paytexta Tirkiyeyê di civîneke çapemeniyê de ragihand ku niha Tirkiye ketiye rewşeke gelek metirsîdar û eger ev rewşa awarte neyê rakirin, li Tirkiyeyê dê şerê navxweyî dest pê bike.

    Bilgen di wê axaftina xwe de ev tişt gotin: "Mixabin niha parlemento hatiye girtin û li gel vê yekê jî me du biryarnameyên din ên di hikmê yasayê de jî dîtin. Em hişyariyê didin desthilata Tirkiyeyê û hemû aliyên din, daku êdî nema em dikarin xwe li ber rewşa awarte bigrin. Derxistina van herdu biryarnameyên di hikmê yasayê de bi serê xwe li hemberî îradeya parlementoyê bêrêzî ye. Ji ber ku me dixwest ku ev mijar di parlementoyê de bê gotûbêjkirin."

    Ayhan Bilgen bang li hemû partiyên mixalîf ên Tirkiyeyê kir û ji wan xwest ku li gel HDPê hevpeymanekê pêk bînin û li dijî biryarên hikûmeta AKPê rawestin.

    Berdevkê HDPê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser îhtimala şerê navxweyî li Tirkiyeyê û got, "Niha li Tirkiyeyê dibe ku şerê navxweyî jî derkeve. Ti aliyek nikare vê rewşê paşçav bike. Em bang li hemû partiyên mixalefetê dikin, daku werin em bi hev re helwesteke hevpar nîşan bidin. Em dê sibehê bi hemû hevserokên HDPê yên bajar û navçeyan civîneke berfireh li dar bixin. Paşê jî em ê bi Lîjneya Navendî ya HDPê re bicivin û vê rewşa xeternak gotûbêj bikin."

    Bi heman mijarî:

    Baskin Oran: Tê xwestin ku HDP were girtin
    'Divê CHP, HDP û partiyên sosyalîst ên din tifaqekê çêbike'
    HDP: Tu kes mecbur nîn e ku bedêla sûc û tawanên AKPê bikşîne
    HDP: Biryara Dadgeha Bilind a Destûrê tune tê hesibandin
    'Bila welatiyên di nava HDP û PKKê de xwe radestî Artêşa Tirk bikin'
    Etîketan:
    şerê navxweyî, Berdevkê HDPê û Parlamenterê Qersê, Ayhan Bilgen, Tirkiye, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de