05:30 22 Nîsan 2018
    Teqîn-Amed

    Bi şev hevsera xwe kuşt, sibehî roportaj da rojnamegeran

    © Sputnik / Omer Faruk Baran
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Amedê Şeyhmus I., ji ber paşgotinan hevsera xwe kuşt. Roja din sibehî jî hate ber mala xwe û roportaj da rojnamegeran, dema dît ku polîs hatin jî reviya.

    Li navçeya Yenişehir ya Amedê Şeyhmus I.yê 27 salî şevê din jina xwe Rojbin I.ya 22 salî kuşt, sibehî jî hate ber malê xwe. Mêrê kujer ji rojnamegeran re qala bûyerê dikir, lê dema ku dît polîs tên, reviya û şopa xwe da wenda kirin. Polîs, ji bo Şeyhmus I. bigrin operasyoneke berfireh dane destpêkirin.

    Şeyhmus I.yê ku berî demekê ji hepsê derketibû, bi îdiaya ku gote gotên ku jina wî, wî dixapîne hene, bi hevsera xwe Rojbin I. re kete nîqaşê. Di dema nîqaşê de Şeyhmus I. du gule berdanserê Rojbin I. û ew kuşt.

    Şeyhmus I. paşê telefonî birayê xwe kir û jê re got ku wî jina xwe kuştiye. Birayê Şeyhmus I. rewş ji bo polîsan raagihand û yekîneyên tendurustiyê çûne cihê bûyerê. Yekîneyên tendurustiyê diyar kirin ku Rojbin I. jiyana xwe ji dest daye.

    Pîrozbahiya Noelê li Amedê
    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Şeyhmus Iyê ku ji rojnamgeran re axivî weha got: Xwedê şahidê min e. Em çûn sûkê, em çûn mala xwîşka min mêvandariyê, me paste filan kirîn. Min henek lê kir. Wê jî ji min re digot ‘Tuyê gelekî poşman bibî.' Wê kêliyê bi kîn û rik û hêrs tevgeriyam, xwe dirêj kiribû, tam nayê bîra min. Nizanim bê min çend gule berdanê. Di bûyera rehemetiyê de sûcê kesekî tuneye. Ji doh ve çûm ser gorê. Ez ji vir zêde bi dûr neketim."

    Şeyhmus I. piştî ku bûyer vegot dema ku dît polîs hatin reviya û şopa xwe da wenda kirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Amedê jina ku 415 neviyên wê hebûn jiyana xwe ji dest da
    Koma muzîkê ya navdar Rastak dê li Stenbol û Amedê konseran bide
    Parêzera Kurkut ku li Amedê hat kuştin: Kefa mêzênê carek din şaş bû
    Li Pasûr a Amedê qedexe hat rakirin
    Li Amedê 10 DBPyî hatin girtin
    Li Amedê di serdegirtina malekê de kesek hat kuştin
    Li 42 herêmên Amedê qedexeya derketina derve hat ragihandin
    Li Amedê jinan li dijî tundiya ser jinê pedal gerandin
    Etîketan:
    jiyan, jin, kuştî, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de