17:23 25 Gulan 2018
Pêşbirk - Futbol

Serokê Amedsporê: Yên kongre dixwestin li kû ne?

© Sputnik / Alexey Filippov
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Klûba Amedsporê Nurulah Edemen, di civîna giştî ya sêyemîn a ku roja şemiyê li darket de bertek nîşan da ku çima kesek nebûye endam. Edemen got: "We ji me re got berde, ka hûn li kû ne."

Amedspor
© Foto : Şaredariya Mezin a Bajêr ya Amedê
Serokê Amedsporê bertekeke tund nîşanî kesên ku berî kongreyê digotin dest ji wezîfeyê berde da. Edemen diyar kir ku tu kes xwedî li Amedsporê dernakeve û bang li wan kesan kir: "Hinek fûtbolîstên ku me di serê demsalê de kirîn bi tîmê re li hev guncivîn û mixabin encamên ku me dixwestin me dest bi nexistin. Sala çûyî me şampiyonî bi du pûanan ji dets kir. Berî wê jî encamên gelekî serkeftî yên kûpayê hebûn. Ma wê demê jî ez ne serokê Amedsporê bûm.We go berde va min berda, me biryara kongreyê stend. De heydê kerem kin, werin lîsteyê derxin. Ka hûn li kû ne?

‘LI DEPLASMANAN EM RASTÎ ÊRÎŞAN TÊN'

Edemen destnîşan kir ku tîma her ku diçe deplasmanan rastî êrîşan tê û ne hêsane ku transferên nû fêrî vê yekê bibin û weha berdewam kir: "Bi hin fûtbolîstên ku me di serê demsalê de kirîbûn re paşê em mecbûr man em rêyên xwe veqetînin. Ji ber ku me biryara kongreyê stend me transferên nû jî nekirin."

Bi heman mijarî:

Amedspor dê di lîga 1. de têbikoşê
Amedspor antrenorê xwe yê nû diyar kir
Amedspor derbasî nîvefînalê bû
Amedspor û Sivas Belediyespor derketin pêşbirkê
Amedspor li hember Mereşê bi ser ket
Ji bo AmedSporê kampanyaya 'AmedSpor ber bi gel ve dimeşe'
Etîketan:
Amedspor, wezîfe, serok, Nurulah Edemen, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de