00:42 21 Nîsan 2018
    KESK şaxa Amedê

    Ji 12 baroyên bajarên kurdan û KESKê daxuyanîya KHKya dawî

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 0 0

    12 baroyên bajarên kurdan û Platforma KESKê şaxa Amedê têkildarî KHK ya dawîn nerazibunên xwe anîn zimên û xwestin ku rewşa awarte were bi dawî kirin.

    Baroyên bajarên kurdan û KESKê derbarê Biryarnameya dawî ya di Hikmê Qanûnê de (KHK)  daxuyanîyek hevpar dan. Di daxuyaniyê de îmzeya baroyên Amed, Agirî, Êlih, Semsûr, Çewlik, Dersim,Riha, Colemerg, Qers-Erdexan, Şirnex û Wanê cîh girt. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di gelek mijarên ku eleqeya wan bi rewşa awarte tune ye guhertin çêbuye. Daxuyanî wiha berdewam dike "Yek ji wan jî pêwistîya yekrengîya kincane. Di makeqanunê de tê gotin ku ‘Li tu kesî îşkence û tadayî nayê kirin, tu kes bi cezayê ku li dijî rumeta mirovahiyê ye nayê ceze kirin.' Kincên yekrengî li dijî rumeta mirovahiyê ye. Di darbeya 12 îlonê de jî hat dîtin ku kincên yekreng dê zirarê bide aşitîya civakî."

    JI BAROYAN BANGA RAKIRINA REWŞA AWARTE

    Daxuyanî wiha berdewam dike "Guhertinek di kesên ku tu peywira wan ya fermî tuneye û di rawestandina buyerên darbe û terorê de cîh digirin neyê ceze kirine. Cihê vê di dewleta hiquqê de tuneye û efuyek taybete. Ev li dijî xala 87mîn ya makeqanunê ku dibêje biryara efuya taybet a parlamantoyê ye. Em weke baroyên heremê daxwaza bi dawîkirina rejima rewşa awarte dikin."

    KESKÊ NERAZÎBUN NÎŞAN DA

    Platforma KESK'ê şaxa Amedê jî têkildarî KHK ya nû civîna çapemeniyê li darxist. Li ser navê KESK'ê Hevserokê Şaxa HABER-SEN'ê ya Amedê û Berdevkê Demî yê KESK'ê Saît Baran daxuyaniya hevpar xwend. Baran da zanîn ku KHKyan bingeha rejîma otorîter ava kiriye û got: "Bi rejîma OHAL û KHK'ê rêzikdanîn, birêvebirin û daraz di destekî de hatiye komkirin. Dewleta em lê dijîn hatiye rizandin. Ev dewlet tenê ji bo fermana qesrê derbasdar e. Dixwazin rejîmek nû înşa bikin. KHK'iyên tên weşandin ji bilî zerarê tu feydeyê li welat nakin. Ev KHK ên dawî hatin weşandin dê welat veguherînin gola xwînê û ‘şerê navxweyî' derbixînin. Dixwazin bi sepandina ‘kincên yek reng' jî rûmetê bidin şikandin." 

    Bi heman mijarî:

    "DYAyê roniya kesk ji serxwebûna Kurdistanê re vêxistiye"
    Ji bo formaya kesk û sor û zer ceza ji klûbê re hat birîn
    Qedexeya rengên Kesk û Sor û Zer ket rojeva meclîsa tirk
    Polîsan desmala kesk û sor û zer şewitand û 2 kes jî binçav kir
    ‘Ji bo rengên kesk, sor û zer neyên ba hev laleyên zer qûrmiçandin'
    Qeyûmê Şaxê, rengê pira kesk û sor û zer, guherand û kir sor û spî
    Etîketan:
    peywîr, baro, makeqanûn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de