05:12 21 Nîsan 2018
    Batman - Êlih - Kolana Diyarbekirê

    Bi KHKya dawî Dîcle Anter jî îxrac kirin

    © Sputnik / Salih Turan
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Bi Biryarnameya dawî ya di Hikmê Qanûnê de (KHK) ji Şaredariya Batmanê kurê Musa Anter ê ku faîlê wî hîn jî ne diyar e, Dicle Anter jî hate îxrackirin.

    Bi KHK ya dawî (hejmara wê 695) ji şaredariya Batmanê 17 kes ji kar hatine bidûrxistin.

    Di navakesên îxracbûyî de kurê Apê Mûsa (Anter) jî heye. Herwiha ji şaredariya Batmanê ev memur û karker jî hatine îxrackirin: Medeni Onar, Şehmus Kalkan, Ahmet Bulent Tekik, Ahmet Ozer, Ahmet Altuntaş, Mehmet Kardaş, Mehmet Nesim Turhan, Ahmet Demir, Gulseher Ege, Mehmet Akil, Mustafa Atalay, Mazlum Yaman, Aydin Uneşi, Bulent Sonkur, Zeynep Taş û Zeynep Ozbey.

    Hêjayî gotinê ye ku li Tirkiyeyê bi du biryarên nû ên di hikmê qanûnê de 2 hezar û 76 kes hatibûne îxraçkirin û hin sepandinên nû ketibûne merîyetê.

    Bi heman mijarî:

    Neteweyên Yekbûyî bertek da 'KHK'yên nû
    2 'KHK'yên nû hatin ragihandin, bi hezaran kes ji kar hatin avêtin
    Komedyenê tirk KHK rexne kir û xwedî li akademîsyenan derket
    Bi KHK ya nû Cizrespor û Şirnak Belediye Spor jî hatin girtin
    Etîketan:
    memûr, KHK, îxrackirin, karker, Dicle Anter, Batman
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de