17:26 25 Gulan 2018
Girtîgeh

Girtiyên PKKê û PJAKê: Em ê wan kincan biçirînin û bavêjin

© AP Photo / Vincent Thian
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Girtiyên doza PKKê û PJAKê li ser biryara KHKê ya ji bo yekrengiya kincan daxuyaniyek weşand û diyar kir ku ew dê ti caran ji bo vê yekê tawîzê nedin û gotin, "Em ê wan kincan biçirînin û bavêjin."

Girtiyên ku ji ber doza PKKê û PJAKê di girtîgehên Tirkiyeyê de dimînin li ser biryarnameya di hikmê yasayê ya dawiyê de, ku yekrengî û yekşêweyiya kincan ji bo girtiyan tîne, daxuyaniyek weşand.

Girtiyan di daxuyaniya xwe de got, "Hikûmeta Erdogan gava li hemberî tevgera azadî ya kurd dikeve tengasiyê û bi bin dikeve, tesfiyekirina gele kurd û tevgera azadî ya kurd di ser zindanan re dike û êrîşên zindanan dike."

Di daxuyaniya xwe de hat diyarkirin ku Erdogan ji aliyekî ve rexneyê li Amerîkayê û pergala wê digire, ji aliyê din ve jî Guatemalayê referans nîşan dide û wisa hat berdewamkirin: "Hikûmeta Erdogan dibêje biryara kincên yekreng daxwaza gelê mezlûm e. Ew tenê xwe dixwaze bi polîtîkayeke ji kartonan rewa bike. Lê divê Erdogan vê yekê baş bizanibe: Em girtiyên PKKê û PJAKê ti caran kincên yekrengî li xwe nakin. Ger hûn bi darê zorê li me bikin, em ê biçirînin û bavêjin, div ê mijarê de helwesta me eşkere ye."

Girtiyan di daxuyaniya xwe de derbirîn ku ew wekî ‘girtiyên zindanên Kurdistanê û Tirkiyeyê ‘ dê bi rêxistin tevbigerin û hat gotin, "Eger ew bi darê zorê li me bidin sepandin, em ê tiştên wisa, ku nayên texmînkirin bikin."

Bi heman mijarî:

PKKê êrişî qereqola leşkerî kir: 2 kuştî leşkerek jî birîndar bû
Onder: Bi ricaya dewletê bi hemû fermandarên PKKê re civiyam
Parlamentarê CHPê: ‘MÎTa ku Ocalan anî, 4 serokên daîreyên xwe da PKKê’
Karayilan: Tirkiye plan dikir di navbera PKK û PDKê de şer derxe
Karayilan: Zihniyeta Erdogan dikare bi hezaran mirovan bikuje
Karayilan: Madem dijmin dibin yek divê em jî yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin
Etîketan:
kincên yekreng, girtiyên PKKî, PJAK, PKK, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de