17:10 25 Nîsan 2018
    selahattin demirtaş

    Demirtaş bi qasî 750 hezar lîreyan doza tezmînatê li Xezîneyê vekir

    © Sputnik / Alexey Kudenko
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş ji bo ku li derveyî mercên CMKê bi awayekî neheqî hatiye girtin, piştî 11 mehan diyarbûna dadgehê, piştî 13 rojan derketiye pêşberî dadger û heta 4 mehan girtina wî nehatiye lêkolînkirin li dijî Xezîneyê bi qasî 750 hezar lîreyên tirk doza tezmînata madî û manewî vekir.

    Muhsîn Karaman, parêzerê Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş, ku di çarçoveya lêpirsînê ya Serdozgeriya Amedê de di 4ê Mijdara 2016an de hatibû girtin, got, wan daxwazname amade kiriye û di wê daxwaznameyê de miwekîlê min li derveyî mercên di Yasaya Mihakeme ya Cezayê (CMK) de hatiye desteserkirin û girtin.

    'DADGEH PIŞTÎ 11 MEHAN HAT TESPÎTKIRIN'

    Karaman diyar kir ku Demirtaş di demeke pêwîst de derknexistine pêşberî dadgehê, lêkolîna girtinê ya jib o her 30 rojan bi qasî 4 mehan nehatiye kirin û got, wan ji bo vê yekê li dijî Xezîneyê doza tezmînatê ya madî û manewî vekiriye.

    Muhsin Karaman ragihand ku wan di daxwaznameyê de dest nîşan kiriye, ku dadgehê di demeke guncaw û pêwîst de karê darizandinê nekiriye û nêzikî 11 mehan şûnde dadgeha KU Demirtaş dê lê were darizandin, hatiye tespîtkirin.

    Selahattin demirtaş
    © REUTERS / Umit Bektas
    Parêzer Karaman bi bîr xist ku Demirtaş bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê' hatiye girtin lê di îdianmeya doze de bi hinceta ‘rêveberiya rêxistinê' doz hatiye vekirin û got, "Ji ber ku parêzbendiya miwekîlê min ji aliyê parlamentoyê ve bi biryara ‘rêveberiya rêxistinê' nehatiye rakirin û loma jî ti hikmê vê biryarê tune ye."

    DAXWAZNAME HAT QEBÛLKIRIN Û DANIŞÎNA PÊŞÎN DI 6ê SIBATÊ DE YE

    Di daxwaznameyê de hat gotin, ji ber zirara ku miwekîl Demirtaş lê rast hatiye 250 hezar lîre madî, 500 hezar lîre jî manewî, bi tevahî 750 lîre doza tezmînatê li Xezîneyê hatiye vekirin.

    Daxwaznameya doze ji aliyê Dadgeha Cezaya Giran a 3yem a Amedê ve hat qebûlkirin û hat diyarkirin ku danişîna pêşîn a doze dê di 6ê Sibatê de were birêvbirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş: Ev der ne Amerîka ye û ne jî Ebu Gureyb e
    Demirtaş stranek nivisî û got: Dixwazim Grup Yorum vê stranê bixwîne
    Dadgehê serlêdana Demirtaş red kir
    Fezlekeyeke nû di derheqê Demirtaş de
    'Denîz Gezmîş sax bûya, dê bibûya hevalê Demirtaş ê girtîgehê'
    Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê: Destûrnedayîna hevdîtina Demirtaş neheqî ye
    Etîketan:
    doz, Xezîne, Parêzerê Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş, Muhsîn Karaman, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de