17:26 25 Gulan 2018
Mizgefta kurdan kirin mizgefta tirkan

Mizgefta ‘Kurdan' kirin mizgefta ‘Tirkan'

© Sputnik / Vehbi Gungor
Tirkiye
Lînkê kurt
0 02

Li bajarê Kilîsê mizgefta ku di sedsala 17mîn de bi navê "Kurtler Camii" (mizgefta Kurdan) hatiye avakirin, kirin "Turkler Camii".

Li bajarê Kilîsê li taxa Boluk li sûka bi navê Bînbaşi mizgeftek dîrokî heye. Agahiyên di derbarê dîroka mizgeftê de her çiqas ne zelal be jî gor çavkaniyên osmanî di sedsala 17mîn de hatiye avakirin. Dîsa gor heman çavkaniyan mizgeft ji aliyê Hesen Axayê kurd ve hatiyê çêkirin. Navê mizgeftê jî ji avakarê wê tê. Di salên dawî de navê mizgeftê bi xebatên restorasyonê ve hat guhertin. Navê "Kurtler Camii" bi navê "Turkler Camii" hat guhertin.

Di malpera Walîtiya Kilîsê de jî dema behsa mizgeftê tê kirin, tê îfadikirin ku berê navê wê "Mizgefta Kurdan" bû lê dûre ji aliyê wezareta çandê ve bi awayê "Mizgefta Tirkan" hatiyê guhertin.

Hêjayî gotinê ye ku her çiqas restorekirina mizgeftê di salên 1950yan de dest pê kiribe jî ne diyar e, navê mizgeftê di kîjan dîrokê de hatiye guhertin. Li gel vê yekê li gorî agahiyên li ser hesabê Facebookê ya bi navê 'Kilis'li Kurtler' (Kurdên Kilîsê) jî tê gotin, ku piştî derbeya leşkerî ya 12ê Îlonê li Tirkiyeyê, rejîma derbeyê dibêje "Mizgefta Kurdan jî çi ye îcar" û radibe, navê wê diguherîne û dike "Mizgefta Tirkan".

Li Tirkiyê çîroka guhertina navan gelek dirêj e. Siyaseta guhertina navan di salê 1940î de dest pê kir heya salên 2000î domand. Bi tevahî heya îro navên zêdetirî 12 hezar gundî hatine guhertin. Navên ku hatin guhertin bi pirayî kurdî bûn. Hinek ji wan jî ermenîkî, lazkî suryanikî û rûmkî bûn.

Bi heman mijarî:

Waliyê Agiriyê: Em neviyên Ehmedê Xanî ne
Akademîya Ehmedê Xanî hat mohrkirin
Şaredarîya Bazidê daxuyanî da: Peykerekî nû yê Ehmedê Xanî tê çêkirin
Qeyûm navê Mehmet Uzun ji parqê rakir
Etîketan:
tirk, mizgeft, kurd, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de