15:45 22 Nîsan 2018
    Parlamentarê HDPê Ziya Pîr li ser birîndarkirina gundiyên Licê daxuyanî da

    Derbarê parlamenterê HDPê de bi hinceta li qeyûm heqaret kiriye fezleke hat amadekirin

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di derbarê Parlementerê HDPê yê Amedê Ziya Pir de, bi hinceta heqaret li cîgirê qeyûmê Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Cumali Atilla ku ji aliyê Wezareta Karên Hûndir ya Tirkiyeyê ve hat tayîn kirin, fezleke hat amadekirin.

    Parlamenterê HDPê Ziya Pir di vekirina buroya ji bo referandûma 16ê Nîsanê ya li navçeya Yenisehir a Amedê, rexne li Srokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û cîgirê qeyûmê Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Cumali Atilla kiribû. Herwiha serdozgeriya komarê ya Amedê derbarê Pir de lêpirsîn da destpêkirin.

    Li ser axaftina Pir, Serdozgeriya Komarê ya Amedê di derbarê parlementerê HDPê de bi îdiaya ku heqaret li Serokomar û ji ber pêywira wî li wezîfedarê dewletê kiriye lêpirsîn da destpê kirin.

    Di fezlekeyê de hat destnîşan kirin ku, "Wexta ku axaftina gumanbar Ziya Pir tê lêkolînkirin, tawanbariya ku heqaret li serokomar kiriye û pişt re jî ku gotibû, xwezî we qeyûmekî xwedîaqil bişanda ya. Wek ku pêywirdarê dewletê biçûk dixe, tê dîtin.

    HAT XWESTIN KU PARÊZBENDIYA PİR WERE RAKIRIN

    Di fezlekeya ku ji Wezareta Dadê re hat şandin de tê xwestin ku parêzbendiya Pir rabe.

    Parlementerê HDPê Ziya Pir eger parêzbendiya wî rabe, bi hinceta ku heqaret li serokomar û pêywirdarê dewletê kiri ye, dibe ku cezaya heta 6 salan a girtîgehê bigre.

    Bi heman mijarî:

    Derbarê Beştaşa ku fotografê Demirtaş parvekir de fezleke hat amade kirin
    Derbarê 19 parlamenterên HDPê de fezleke hat amadekirin
    Di derbarê Berdevkê HDPê Baydemir de fezleke hat amadekirin
    Derbarê parlamenterên HDPê ku beşdarî merasîma cenazeyê bûne fezleke hatin amadekirin
    Etîketan:
    qeyûm, heqaret, fezleke, HDP, Ziya Pîr, Tirkîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de