02:39 28 Gulan 2018
Leşkerên tirk

Fermandar di îfadeyê de derew kirine

© AFP 2018 / BULENT KILIC
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Derket holê ku, di îfadeya di mijara kuştina leşker Gokhan Kiliç ku fermandarê wî Osman Hanci bi mîxferê li serê wî xisitibû û ew kuştibû de, îfadeyên derew hatine dayin.

Li gor nûçeya Ismail Saymazê ji Hurriyetê, fermandarê tabûtê Mustafa Savaşçi, di îfade xwe de tiştên cuda, j, malbata leşkerê mirî tiştên cuda gotine.

"HETA WÊ KÊLIYÊ ME DIGOT QEY JI SER HIŞÊ XWE VE ÇÛYE'

Savaşçi diyar kir ku, dema ez çûm tabûrê min gazî leşker Ahmet Kizilcan kir û min bûyer pê da gotin, wî jî got ku; "Osman, piştî ku ser çawîş Gokhan çû ji min re got ku, Gokhan bi mîxferê li serê min xistiye." Piştî van gotinan me agahî da dozgerê nobedar. Heya wê kêliyê me digot qey leşker di nobetê de ketiye û birîndar bûye.

‘TU LEŞKERAN NEGOTİYE'

Yarbay Kadir Çelik jî got şeva bûyerê me îfadeya leşkerê şahid Kizilcan û ya serçawîş Hanci girtiye û weha berdewam kir: "Tu leşkeran ji me re negotiye ku serçawîş Osman bi mîxferê li serê wî xistiye."

Parêzerê malbata Kiliç got: "êdî em dixwazin ku doz were vekirin û kiryar ceza bixwin.

Kiliçê ku di 5ê Gulanê de çû bû leşkeriyê, di 7ê Cotmehê de saet 18.30an bi telefonê bi day,ka re xwe axivî. Di vê navberê deserçawîş Hanci, dema dît ku bi telefonê diaxive, bi mîxferê li serê Kiliç da. Piştî demekê mejiyê Kiliç xwînî bû û jiyana xwe ji dest da.

 

Bi heman mijarî:

Sûriye: Bê merc leşkerên xwe ji Sûriyeyê vekişînin
Zaxarova: Hîn hinek leşkerên rûsî li Sûriyeyê ne
Jina pîr ket navbera leşkerên Îsraîlê û çalakvanên filistînî
Amerîka hejmara leşkerên xwe zêde dike
Wezîrê Berevaniya Rûsyayê: Vekişîna leşkerên rûsî a ji Sûriyê dest pê kir
Pentagonê hejmara dawî ya leşkerên li Sûriye û Iraqê eşkere kir
Tehranê dema vekişandina leşkerên xwe ji Sûriyeyê eşkere kir
Etîketan:
bûyer, leşker, Hurriyet, Gokhan Kiliç, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de