22:30 22 Gulan 2018
    Ayhan Bilgen

    "Him kurdî qedexe dikin him jî dibêjin, em mamosteyên kurdî tayin dikin'

    © Sputnik / Yurdagül Şimşek
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    0 01

    Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen diyar kir ku hikûmeta Tirkiyeyê ji aliyekî ve dibistanên ku bi zimanê kurdî perwerde didin girtin, ji aliyê din ve jî radibin dibêjin em mamoste ji bo zimanê kurdî tayîn dikin. Hejmara tayînkirina mamosteyan bo zimanê kurdî têrê dike an nake bo wan ne girîng. Di vir de tirs û hişmendiya wan ê qedexeker derdikeve hole.

    Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Ismet Yilmaz li ser tayîna mamosteyên zimanê kurdî û cihgirtina elewîtiyê di kitêbên dersan de got, "Em dibêjin ne bes e lê erê, ger kêmasî hebin em bi hevdu re temam bikin. Li ser vê mijarê Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen ji Ajansa Sputnikê re axivî û diyar kir ku ev yek tirsa wan dide nîşandan û hişmendiya wan ê qedexeker derdikeve hole.

    ‘DIBE HEMÛ ELEWÎ WEKHEV NEFIKIRIN, LÊ TU NIKARÎ VÊ HINCET BIDÎ NÎŞANDAN'

    Bilgen wiha pê de çû: "Biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di derbarê dersên olî yên mecbûrî de eşkere ye. Ji bo ku ev biryar neyê sepandin û mijarê diawiqînin û tewgerên ku ji naveroka vê mijarê dûr bixin pêk tînin. Dibe hemû elewî wek hev nefikirin, lê nabe tu vê hincet bidî nîşandan û vê biryarê dereng bikî û ev yek nayê qebûlkirin."

    ‘CIDIYETA WAN Ê DI MIJARA MAMOSTEYÊN KURDÎ DE LI HOLE YE'

    Bilgen li ser mijara tayînkirina mamosteyên ji bo zimanê kurdî jî got: "Hejmara mamosteyên ku ji bo zimanê kurdî hatine tayînkirin heta îro li dora 100an in û ji xwe ev yek jî cidiyeta di vî mijarî de dide nîşan dan. Bi awayeke zelal helwesta wan radixe ber çevan. Daxwazên ji bo jiyandina zimanekî li holê ye, lê tu rabî li şûna piştgirîdayîna wê, piştguh bikî û hewl bidî serê bigirî nayê qebûlkirin. Bi awayekî vekirî tu rabî daxwazên kesên ku ji wê beşê mezûn bûne, pêk neynî û him jî daxwazên di vî mijarî de tune bihesibînî."

    ‘JI ALIYEKÎ VE KURDÎ QEDEXE DIKIN, JI ALIYÊ DIN VE JÎ DIBÊJIN EM MAMOSTEYÊN JI BO KURDÎ TAYÎN DIKIN'

    Berdevkê HDPê destnîşan kir ku, "Em nêrîna di her du mijara zimanê kurdî û elewîtiyê de dibînin ku nêrîna dewleta berê bandore li hikûmeta AKPê dike. Niha hikûmeta Tirkiyeyê ji aliyekî ve dibistanên ku bi zimanê kurdî perwerde didan, girtin, weşanên bi kurdî digirin ji aliyê din ve jî radibin dibêjin em mamoste ji bo zimanê kurdî tayîn dikin. Di vir de him dewlet peywira xwe bicih nayne him jî nahêle ku saziyên sivîl vê karê bikin."

    Bilgen wiha dewam kir: "Ji xwe bi derxistina biryarên di Hikmê Qanûnê de bê tehemuliya xwe didin nîşandan. Ji bo vê yekê hejmara tayînkirina mamosteyan ji bo zimanê kurdî têrê dike an nake ne girîng e. Ev yek tirsa wan dide nîşandan û hişmendiya wan ê qedexeker derdikeve hole.

    Bi heman mijarî:

    Îdiayên Bexdayê hatin derewandin: Iraq mûçeyên mamsoteyên kurdî yên li Kerkûkê nade
    'Tirkiye ditirse ku di nav planên Îsraîlê de avakirina dewleta Kurdî hebe'
    Rûsya: Yekîneyên kurdî amade ne ewlehiya leşkerên me yên rojhilatê Firatê dabîn bikin
    Kitêba Demirtaş ji bo kurdî hat wergerandin
    Kitêbxaneya Kurdî ya li Swêdê 20 saliya xwe pîroz kir
    Etîketan:
    perwerde, elewî, kurdî, mamoste, Sputnik, Ayhan Bilgen, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de