06:08 20 Nîsan 2018
    mayîn-mayin

    Di otobûsa rêwiyan de 2 mayîn derketin

    © Sputnik /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Tirkiyê bajarê Sêwasê di otobuseke rêwiyan a ku ji aliyê polîsan ve hat sekinandin de, 2 mayînên antî personel derketin.

    Li gor nûçeya ku medya tirk daye, tîmên ewlekariyê yên asayîşa bajaroka Suşehrî ya Sêwasê li dema lêgerîna nav otobûsa rêwiyan de rastî 2 mayînan hatin.

    Hat zanîn ku otobûs ji bajarê Îdirê bi rê ketiye. Polîsên ku mayîn di otobûsê de dîtin bi vê rewşê şaş man û bangî pisporên ruxandina bombeyan kirin.

    Mayînên ku di bahola rêwiyekî de hatibûn dîtin, piştre bi awayekî ewle şandin navenda asayîşa bajêr û derheqê rêwiyê ku mayîn di bahola wî de hatibû dîtin de lêpirsîn hat destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Macron bersiva Esad da: Li şûna ku biçe xwe daye benda DAIŞê
    Balyozê rûsî Andrey Karlov di salvegera mirina wî de hat bibîranîn
    Asayîşa Silêmaniyê bi ser NRTyê de girt, pexşa televizyonê hat rawestandin
    Koreya Bakur ‘pêşnûmaya gotûbêjkirina bernameya nukleerî' ya Amerîkayê red kir
    Koşka Spî: Koreya Bakur dixwaze bi milyonan amerîkiyan bikuje
    Midurê Giştî yê Emniyeta Stenbolê ku ji FETOyê girtî bû, hat berdan
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de