17:14 25 Nîsan 2018
    Andrey Karlov

    Balyozê rûsî Andrey Karlov di salvegera mirina wî de hat bibîranîn

    © Foto : Russian Embassy in Turkey
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Balyozê Rûsyayê li Enqerayê Andreya Karlov ê ku ji terefê polêsekî tirk ve hatibû qetilkirin di salvegera mirina wî de li Balyozxaneya Rûsyayê li Enqera bi merasîmekê hat bibîranîn

    Balyozê Rûsyayê li Enqerayê Andreya Karlov yê ku salek berê bi sûîkasdekê hat kuştin di salvegera yekem a mirina wî de li Balyozxaneya Rûsyayê li Enqera bi merasîmekê hat bibîranîn.

    Di merasîma li Balyozxaneya Rûsyayê li Enqerayê bo mezelê Karlov çelenk hat danîn. Herwiha hin beşdarvanan jî qrunefîl danîne ser mezelê Karlov.

    ‘RÊYEKE BIBÎRANÎNA KARLOV JÎ EW E KU EM TÊKILIYÊN RÛSYA Û TIRKIYEYÊ ZEXMTIR BIKIN'

    Di merasîmê bibîranîn de Balyozê berê yê Tirkiyeyê li Moskowayê û dîplomatê wezareta karên derve Umit Yardim, PArlementetên AKPê Berat Çonkar, Cîgirê Serokê Komîsyona Entegrasyona Avrasya û Pêwendiyên Hemwelatiyan li Dumaya Dewleta Rûsyayê Umakhan Umakhanov û nûner û karmendên tirk û rûs tevlî bîranînê bûn.

    Balyozê Rûsyayê li Enqerayê Aleksey Yerhov di merasîmê de axivî û got, "Di ser mirina Karlov de salek bihûrî. Divê ez bêjim ku êrîş hewcedariya sedema êrîşa xayîn heye. Lewra wî hebkarê me diplomat Karlov ê pêbawer û rêzdar bû. Dîplomatekî gelekî sempatîk û baş bû. Ez wî bibîr tînim û ez şîna wî dikşînim."

    ‘EW WENDAHIYA ME HEMÛYAN E'

    Di merasîmê de parlementerê AKP û hevserokê Foruma Civakî ya Rûs û Tirkan Berat Çonkar jî axivî. Çonkar got, "Ev wendahî wendahiya me hemuyan e."

     

    Bi heman mijarî:

    Aleksey Yerhov: Karlov xwedî zanyariyeke berfireh bû
    Zaxarova: Piştî mirina Karlov jiyana dîplomatan bû du perçe
    Peyamên Altintaş ku Karlov kuştibû bi compîterekê hatine jêbirin
    Ji bo Karlov merasîma bîranînê tê lidarxistin
    Heyeta rûsî li ser mijara kuştina Karlov diçe Enqerê
    Hevsera Karlov: Ez ji gele Tirkiyê ne xeyidîme
    Etîketan:
    Bîrdarî, yadîkirin, bîranîn, YerkoV, Karlov, Enqera, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de