17:28 25 Nîsan 2018
    Çîp

    Xebatkarê ku çîp pêve kiribûn ji kar derxistin

    © AP Photo / James Brooks
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Nexweşxaneya Bajêr a Adanayê ewlekarê ku neçûbû cihê xwe yê kar ji kar hat derxistin. Derket holê ku xebatkar bi çîpa ku bi formayê wî vekiribûn hatiye şopandin.

    iPhone x
    © REUTERS / Stephen Lam
    Derket holê ku li Nexweşxaneya Bajêr a Adanayê xebatkar bî çîpan ten şopandin. Li wê nexweşxanê wezîfedarekî ewlehiyê bi hinceta ku neçûye cihê xwe yê kar, ji kar hatiye derxistin. Ji tomarên bi çîpê şopandinê derket holê ku ewlekarê ku qala wî te kirin, neçûye cihê xwe yê kar.

    Li gor nûçeya Fatmanur Boylu ya nûçegîhana Haberturkê, çîp bi cilên xebatkarên nexweşxaneyê ve kirine. Hat ragihandin ku haya gelek xebatkaran jî ji van çîpan tuneye. Ji xebatkarên nexweşxaneyê yên ku ferq kirine ku çîp bi cilan vekirine jî, hatiye gotin ku ji bo di dema şuştina cilan de têkelhevî çênebe çîp li cilan xistine.

    Çîpên ku di beşên jêr û yên jor î cilan de digrin, bi kamerayên nexweşxaneyê re entegreyî dixebitin. Bi kamerayên ku li her dera nexweşxaneyê hatine bi cî kirin jî xebatkarên ku cihên xwe yên xebatê terk dikin yekser tên tomar kirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Klona iPhone Xê dê ji 300 dolarî erzantir were firotin
    Hatibû gotin ku di dawetê de IPhone 8 hatine belavkirin lê rastî cuda bû
    Şêxekî Siûdî di dawetê de ji devla şekir iPhone 8 belavkirin
    Buhayê iPhone ên nû diyar bûn
    Ciwan Haco klîba nû bi Iphone tomar kir
    Etîketan:
    kar, xebatkar, çîp, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de