03:16 23 Nîsan 2018
    Komîteya Amadekar a Newrozê - Osman Baydemir, Leyla Guven, Ahmet Yildirim, Ayşe Gokkan

    Bi îdîaya girtina wêneyê Demirtaşî, sê meh ceza li Hevseroka KCDê hat birîn

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hevseroka KCDê Leyla Guven bi îdiaya ku wêneyê Selahattîn Demîrtaş girtiye 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Guvenê di parastina xwe de diyar kiriye ku ne wê ew wêne girtiye.

    Dema ku hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş di 25ê mijdara 2016an de li Mêrdînê bi SEGBISê beşdarî dozê bû, bi îdiaya ku hevseroka KCDê Leyla Guven wêneyê Demîrtaşî girtiye û li ser hisabê medyaya civakî weşandiye 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Hat zanîn ku Guvenê bi hinceta sûcê ‘tomarkirina deng û dîmenan’ ev ceza stendiye.

    Dadgehê Leyla Guven wek kesayetek bisabiqe destnîşan kir û cezayê wê 3 mehan bi paş de nexist.

    Hevserokê HDPê yê giştî Selahattîn Demîrtaş ku li girtîgeha Edîrneyê tê girtin, di 25ê mijdara 2016an de, li dadgeha yekem a aslîyeyê ya cezayê a Mêrdînê bi tohmeta ku ‘sivikatî bi gelê tirk, komar û parlemento kiriye’ dihat darizandin, bi pergala SEGBISê îfade dabû.

    Di dema îfadedayina Demirtaşî de ji ber ku hevseroka Kongreya Civaka Demoratîk (KCD) Leyla Guven bi telefona xwe ya bêrîkan wêneyê Selahattîn Demîrtaş girtibû û piştî wê li ser medyaya civakî parve kiribû. Serdozgeriya komarî ya Mêrdînê ji bo vê îdîayê lêpirsîn da destpêkirin.

    Piştî qedandina lêpirsînê ji ber hinceta ‘tomarkirina deng û dîmenan’ qedexe ye, bi daxwaza 1-3 salan cezayê girtîgehê doz lê hat vekirin.

    'WÊNE NE MIN GIRT'

    Piştî ku îdia hat qebûlkirin, darizandina Leyla Guvenê li dadgeha yekem a aslîyeyê ya cezayê ya Mêrdînê hat kirin.Guvenê di xweparastina xwe de got   ‘’min tu wêne negirtiye, min wêneyê serokê me di medyaya civakî de dît û li ser hisabê xwe parve kir. Wêne tekez ne min girtiye. Ji ber ku şopînerên min zêde ne, wêne zû hat belavkirin.Ev 5 sal in, ez wek girtî têm darizandin û ez haydar im ku li salona dadgehê wêne nayên girtin, Ji ber vê jî wêne ne min girtiye".

    Dadgehê Leyla Guven bi hinceta ‘tomarkirina deng û vîdeoyan’ 3 meh bi cezayê girtîgehê lê biriye. Di biryarê de hat gotin ku ‘sabiqeya bersûc û pêkhatina sûc’ ji bo kêmkirina cezayê wek sedem nehat dîtin û ceza nayê bipaşdexistin.

    Herwiha dadgehê biryara xwe ya hincet wiha eşkere kir; li salona dadgehê dîmen bê destûr hatine girtin, bersûc jî di wê demê de li salona dadgehê bû.

    Dadgehê got, ‘dîmenên ku bû sedema sûc di malperekê de hatine weşandin, bersûcê wek ku dîmen parve nekiribin îfade daye, lê îfadeya bersûcê rast nayê qebûlkirin’.

    Parêzerê Guvenê Reyhan Yalçindağ Baydemir, bi hinceta ku biryara dadgeha aslîye ya ceza a Mêrdînê li dijî qanûnê ye serî li dadgeha edlî ya dîlokê ya herêmê da.

    Bi heman mijarî:

    Hevseroka KCDê Leyla Guven serbest hat berdan
    Serokê YSKê Guven: Pusulayên dendan ne sexte ne
    Hevseroka KCDê Leyla Guven hat desteserkirin
    Emniyeta Amedê ji bo îfadeyê bang li Hevseroka KCDê Guven kir
    Etîketan:
    KCD, HDP, Selahattin Demirtaş, Leyla Guven, Edirne, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de