01:11 24 Gulan 2018
    Selahattin demirtaş

    Fezlekeyeke nû di derheqê Demirtaş de

    © REUTERS / Umit Bektas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di derheqê Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş de fezlekeye nû hat amadekirin û ew fezleke ji bo parlementoyê hat şandin.

    Di derheqê Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş de bi tawanbariyên wekî "heqaretkirina li serokkomar" û "bi awayekî eşkere tehrîkkirina sûcê" fezleke hat amadekirin.

    Di 15ê Tebaxa 2016an de Selehattin Demirtaş li pêşiya şaredariya mezin ya Amedê di derheqê qayiman de daxuyanî dabû. Di vê daxuyaniyê de qayimên ku bi KHKyan hatibûn ser kar, rexne kiribû. Di heman axaftinê de rexne li serokkomar Erdogan jî girtibû. Di fezlekeya hatibû amadekirin de bal kişandibûn ser vê axaftina Demirtaş.

    DAXWAZIYA RAKIRINA PARÊZBENDIYA DEMIRTAŞ HAT KIRIN

    Di fezlekeye de noqteyeke balkêş jî ew bû, ku di axaftina Demirtaş de cihên behsa Erdogan hatine kirin, wek heqaret hatine qebûlkirin.

    Fezlekeya li gorî qanûna 83yemîn daxwaza rakirina parêzbendiya Demirtaş dike, ji bo ku berdestê parlementoya Tirkiyeyê be şandin wezareta karên hundir.

    Demirtaş wezifeya wî ya parlementeriyê dewam dike û li gorî qanûna 83yemîn, parêzbendiya Demirtaş hê jî berdewam e. Heya ku Demirtaş xwedî vê heqê be di derheqê wî de biryar nayê danîn. Ji bo rakirina vê astengiya hiqûqî, lazim e fezleke beriyê biçe parlementoyê ku parêzbendiya Selahattin Demirtaş bê rakirin.

    HEYA 10 SAL Û 4 MEHAN CEZAYA HEPSÊ TÊ XWESTIN

    Eger fezleke ji parlementoyê derbas bibe û parêzbendiya Demirtaş bê rakirin, ji ber îdiaya "heqaretkirina li serokkomar Erdogan" û "bi awayekî eşkere tehrikkirina sûcê" ji 2 salan heya 10 sal û 4 mehan ceza jê re tê xwestin.

    Selahattin Demirtaş ev salek û 2 meh in li Girtîgeha Edirne ya Tîpa Fyê girtiye.

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş ji ber ku ‘derdoreke wî ya fireh heye' neanîne dadgehê
    Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê: Destûrnedayîna hevdîtina Demirtaş neheqî ye
    Dadgeha Selahatin Demirtaş sibe birêve diçe
    Derbarê Beştaşa ku fotografê Demirtaş parvekir de fezleke hat amade kirin
    ‘Ji ber ku ji Demirtaş tirsiyan li hemberî wî komplo amade kirin'
    Dozgeriyê xwest ku Demirtaş neyê berdan
    Etîketan:
    amadekirin, fezleke, Hevserokê Giştî yê HDPê, Selahattin Demirtaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de