17:23 25 Gulan 2018
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)

Baskin Oran: Tê xwestin ku HDP were girtin

© AFP 2018 / ADEM ALTAN
Tirkiye
Lînkê kurt
Mustafa Zengin
0 0 0

Prof. Baskin Oran li ser cezakirina Parlamenterê HDPê Osman Baydemir a ji bo bikaranîna peyva ‘Kurdistan'ê diyar kir ku heta niha ti caran kes bi vî awayî nehatiye cezakirin û got, "Ger îro parlamenterek nikaribe di parlamentoya gel de biaxive, wê demê her tişt qediyaye."

Akademisyenê Zanîngeha Anakarayê yê beşa Peywediyên Navneteweyî Prof. Baskin Oran di derbarê mijara peyva ‘Kurdistan'ê de, ku li parlamentoyê hat rojevê û bû sedema cezakirina Parlamenterê HDPê Osman Baydemir, ji bo Sputnik Kurdistanê diyar kir ku vê yekê nîşan da, ku hewce nake mijara xweîfadekirinê li Tirkiyeyê bi awayekî dûvûdirêj were guftûgokirin.

‘LI PARLAMENTOYA GEL AXAFTINA PARLEMNETERÊ GEL TÊ ASTENGKIRIN'

Oran ev tişt anîn ziman, "Ger li parlamentoya gel axaftina parlamenterekî tê astengkirin, ger ji ber bikaranîna hinek gotin û peyvan, bêyî çêr û sixêfan, parlamenterek tê cezakirin, wê demê ev kar qediyaye." Baskin Oran ragihand ku parlamento vê cezakirin û astengkirinê jî bi awayekî eşkere nake û wisa berdewamkir:

"Di heman demê de ditirsin vê yekê bi awayekî eşkere bikin. Mesela nikarin bibêjin, gava peyva ‘Kurdistan'ê, peyva ‘Komkujiya Ermeniyan' were bikaranîn, wê ceza were dayîn. Radibin vê yekê wekî mumyaya Misrê di rûn û hingiv de dikin û dibêjin, ev li dijî yekîtiya neteweyî û filan bîfan û parlamenter ji bo du rojan ji parlamentoyê davêjin. 12 hezar lîre jî cezayê pereyan lê dibirin."

Akademisyenê beşa Peywendiyên Navneteweyî yê Zanîngeha Ankarayê Prof. Baskin Oran.
© Sputnik / Mustafa Zengin
Akademisyenê beşa Peywendiyên Navneteweyî yê Zanîngeha Ankarayê Prof. Baskin Oran.

‘GER PARLAMENTER NIKARIBE BIPEYIVE, MIROVÊ LI KOLANÊ QET NIKARE BIPEYIVE'

Prof. Oran derbirî ku êdî li Tirkiyeyê bi ti awayî azadiya xweîfadekirinê nemaye û got, "Ger îro parlamenterek nikaribe bipeyive, mirovê li kolanê qet nikare bipeyive. Ev şaşitiyeke mezin e. Ger îro li cîhanê kesên ji rewşa rezîl a azadiya xweîfadekirinê fêm nakin hebin, vê mînakê ji bo wan bidin, wê hemûyan fêm bikin."

‘TÊ XWESTİN KU HDP WERE GIRTIN'

Baskin Oran bal kişand ser girtina Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş û parlamenterên wê partiyê û xebatkarên şaxên wê de jî û parast ku tê xwestin HDP were girtin. Oran di derbarê mijarê de ev tişt gotin, "Tê xwestin ku HDPê bigirin. Niha him bi mehkûmiyetan him jî bi rêya beşdarnebûna danişînan dixwazin parlamenterên HDPê tasfiye bikin. Ji 59 parlamenterên HDPê 9 parlamenter di girtîgehê de ne. HDP nikare ji xwe re rêveberan bibîne. Zêdetirî 14 hezar rêveber û xebatkarên wan hatin desteserkirin, 5 hezarên wan hatine girtin. Endamtiya meclîsa DBPê hat rakirin. Hemû parlamenterên HDPê tên darizandin."

‘EV CARA YEKEME JI BER BEŞDARNEBÛNA DANIŞÎNA PARLAMENTER JI PARLAMENTOYÊ TÊN AVÊTIN'

Oran derbirî ku ev cara yekem e, ku ji ber beşdarnebûna danişîna du parlamneter ji parlamentoyê tên avêtin û ev tişt gotin, "Heta niha tiştekî, ku ti caran nehatiye kirin, hat kirin. 2 parlamenter ji ber beşdernebûna danişîna ji parlamentoyê hatin avêtin. Heta niha mînakeke vê yekê jî tune ye, ev cara yekemîne tiştekî wisa tê kirin. 9 parlamenter niha li bende ne, ku zêdetirî salekê cezayê bigirin. Dê van jî bavêjin. Yanî bi vî awayî hewl didin hemû mixalefetê ji holê rakin. Wekî ku Demokrat Partiyê piştî rezaleta 6-7ê Îlonê kir, vê hikumetê jî piştî 17-25ê Berfanbarê hewl da mixalefetê bêdeng bike."

Bi heman mijarî:

'Divê CHP, HDP û partiyên sosyalîst ên din tifaqekê çêbike'
HDP li Wanê ji bo jinan mîtingekê li dar dixe
HDP: Tu kes mecbur nîn e ku bedêla sûc û tawanên AKPê bikşîne
HDP: Biryara Dadgeha Bilind a Destûrê tune tê hesibandin
Osman Baydemir bersiva 'Kurdistan ku der e?' da
Etîketan:
girtin, Akademisyenê Zanîngeha Ankarayê, HDP, Baskin Oran, Enqere
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de