06:04 20 Nîsan 2018
    Artêşa Tirkiyeyê

    ‘Îhtîmala operasyona Efrînê tuneye'

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    0 20

    Nivîskarê rojnameya Starê û pisporê Rojhilata Navîn Îlhamî Işik îhtîmala operasyona Tirkiyeyê ya li hemberî Efrînê ji ajansa Spûtnîkê re nirxand. Li gorî Işik niha îhtîmala operasyonê tuneye.

    Nivîskarê rojnameya Starê û pisporê Rojhilatê Navîn Îlhamî Işik di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de ji bo îdîaya rojnameya Kararê ku spartibû jêderên leşkerî û gotibû ‘hêzên pêşeng ên kefşê yên artêşa tirk li sînorê Efrînê blokên betonê rakirin û derbasî Rojava bûn û meha pêşiya me operasyon tê lidarxistin' got: "Bi xwe ji bo min nûçeyên wiha tiştekî îfade nakin, ji bo ku nûçeyên wiha di van roj û mehên borî de jî ketin ajansan û hatin belavkirin. Berê jî çend nûçeyên bi vî rengî ku digotin hêzên leşkerî dîwarê sînorê rakirin û derbasî Sûriyeyê bûn hatin çêkirin."

    ‘HELWESTA RÛSYA YA EFRÎNÊ HÊ ZELAL NEBÛYE'

    Nivîskar Îlhamî Işik di axaftina xwe de got: "Li gorî min niha îhtîmala lidarxistina operasyona Efrînê tuneyê. Dibê pêşerojê hevsengiyên niha werin guherandin û operasyonek were lidarxistin, lê niha ti şert û mercekî wiha tuneye. Çima? Ji bo ku Rûsyayê hê helwesta ya operasyona Efrînê zelal nekiriye. Rûs li wir in û bêyî erêkirina wan lidarxistina operasyonê derveyê îhtîmalê ye. Rûsya jî polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê li gorî gavên ku Amerîkayê davîne diyar dike, lewma hê helwesta wan a operasyonê zelal nebûye. Wekî min got niha ti şert û mercên ku li hemberî Efrînê operasyon were lidarxistin tuneye."

    ‘TIRKIYE BI ZANEBÛN MIJARA EFRÎNÊ GERM DIHÊLE'

    Îlhamî Işik di berdewamiya axaftina xwe de got: "Tirkiye mijara operasyona Efrînê germ dihêle. Ev operasyon bibe û nebe jî ji Tirkiyeyê zêde ferq nake. Tirkiye mijara operasyona Efrînê ji bo raya giştî ya navxweyî dixwaze tim germ bihêle. Ji xwe Tirkiye ji bo operasyonê nikare bi tena serê xwe biryarê bide. Ji xeyrî Tirkiyeyê hêzên mezin ku berjewendiya wan heye û bi hêsanî dev ji Sûriyeyê bernedin hene. Ev hêzên mezin ji bo operasyonê hê helwesta zelal nekirine û niha nayê zanîn wê çi biryarê bidin."

    ‘JI BO OPERASYONÊ DIVÊ PÊŞÎ HÊZÊN MEZIN ERÊ BIKIN'

    Işik di dirêjiya axaftina xwe de got: "Mesele operasyona Tirkiyeyê ya li hemberî Idlîbê bi erêkirin û rêdana Rûsyayê pêk hat. Cerablus û El Bab jî wiha çêbû. Gotin em ê têkevin Minbicê jî, lê Amerîka ji bo wir helwesta xwe ya neyînî nîşanda û operasyon pêk nehat. Yanî tiştê ku dixwazim bêjim Tirkiye bi biryara xwe tenê nikare vê operasyonê pêk bîne. Lê dibe hevsengiyên herêmê biguherin. Mesele Rûsya niha piraniya hêzên xwe vedikişîne, lê ev vekişandin nayê vê wateyê ku hevsengiya stratejîk a rûsan li hemberî Sûriyeyê diguhere."

    ‘HETANÎ PÊVAJOYA ASTANA Û CENEVREYÊ ZELAL NEBE OPERASYON PÊK NAYÊ'

    Nivîskar Îlhamî Işik di dawiya axaftina xwe de got: "Rûsya bi vekişandina hêzên xwe dev ji Sûriyeyê bernade. Ji bo ku pêvajoya Astana û Cenevreyê li pêşiya Rûsyayê ye. Rêvebiriyeke nû ku hemû pêkhate tevlî bibin tê amadekirin. Ev pêşveçûn û pirsgirêka tevlîbûna kurdan a PYD/YPG an jî HSD neqediyaye. Hetanî ev pirsgirêk çareser nebin li gorî min îhtîmala lidarxistina operasyona Efrînê tuneye. Yanî di rojên pêş de Rûsya helwesta xwe biguherîne û têkiliyên wan bi kurdan re têk herin dibe şertên operasyonê pêk werin. Her tişt mimkin e, lê li gorî şertên heyî yên niha îhtîmala operasyonê tuneye."

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Wê Efrîn jî têkeve nava hevkariya me bi Rûsyayê re
    Şahoz Hesen: Efrîn ne kêmî Kobanî ye
    'Armanca operasyona Idlîbê Efrîn û Minbîc e'
    'Piştî Idlîbê divê armanc Efrîn be'
    ‘YPGê û Hikûmeta Sûriyê ji bo vekirina rêya Efrîn û Helebê li hev kir’
    Artêşa Tirk Efrîn FMê bombebaran kir weşana radyoyê sekinî
    Etîketan:
    îhtîmala operasyona Efrînê, Nivîskarê rojnameya Starê, Îlhamî Işik, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de