22:23 19 Nîsan 2018
    Darizandin, dadgeh, girtin

    Mehmet Agar, li dadgehê ji bo kê bû kêfîl?

    © Fotolia / Andrey Burmakin
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Mehmet Agar wekî şahidê Huseyin Çapkin yê ku ji doza FETO têdarizandin îfade da. Agar got Çapkinê ku nas dikim nakeve nav rêxistineke ew qasî rezîlane.

    Di doza ku li Stenbolê vebûye û di nav bersûcên wê de, Gerînenendeyê Ewlehiyê yê Stenbolê yê berê Huseyin Çapkin û Waliyê kevn yê Stenbolê Huseyin Avni Mutlu jî hene de, Wezîrê Karên Hundir yê berê Mehmet Agar, wekî şahidê Çapkin îfade da.

    Agar anî ziman ku wî di dema xwe de Çapkin tayinî Antebê kiriye û Anteb ji bo wan gelekî giringbûye û weha berdeam kir: "Di sala 1993an de teror pir zêde bû. Anteb ji bo me giirng bû. Çapkin min tayînî Antebê kir. Teqez bi înîsiyatîfa min çêbû. Wê demê gelekî bi hêz bûm Min bixwesta min ê ew bianiya wezîfeyeke mezintir jî."

    Agar herwiha diyar kir ku: "Huseyin Çapkinê ku ez nas dikim nakeve nav rexistineke ku van rezîliyan dike. Qetiyene nakeve rêxistineke ku guleyan berde polîs û leşkerên me."

    Bi heman mijarî:

    Ji bo mitînga HDPê ya li Amedê li 14 polîsan doz hat vekirin
    Doz li Gokçek hat vekirin: Divê hisab bide
    Ji ber parvekirina fîlmê Bakur li aktirîsta navdar doz hate vekirin
    Şêwirmendê Barzanî: Em neteweyeke rijd û xwedan doz in
    Amerîkayê li 3 parêzvanên din ên Erdogan doz vekir
    Ji bo ‘Olurum Turkiyem’ doz hat vekirin
    Doz li AKPyîyê ku gotibû, ‘Em dewleteke nû ava dikin’ hat vekirin
    Etîketan:
    tayîn kirin, doz, Huseyin Avni Mutlu, Mehmet Agar, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de