03:16 23 Nîsan 2018
    Andrey Karlov

    Heyeta rûsî, dosyayên Altintaş ku jê biribûn dîtin

    © AFP 2018 / Natalia KOLESNIKOVA
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Heyeta rûsî, dosyayên di nava dîska polîsê qatilê Andrey Karlov ku sala borî li Enqereyê kuştibû Mevlut Mert Altintaş dîtin. Li gorî dozger FETO suîqest kir û parvekirinên Emre Uslu wekî delîl hatin nîşandan.

    Heyeta rûsî, dosyayên di nava dîska polîsê qatilê Andrey Karlov ku sala borî li Enqereyê kuştibû Mevlut Mert Altintaş dîtin. Li gorî Serdozgerê Komarî yê Enqereyê FETO suîqest kir û parvekirinên Emre Uslu wekî delîl hatin nîşandan. Herwiha Altintaş ji keçika hevala xwe re gotiye ez dixwazim şehîd bibim.'

    Li gorî nûçeya Mesut Hasan Benliyê rojnameya Hurriyetê, piştî kuştina Andrey Karlov dîska compîtera Mevlut Mert Altintaş ji aliyê heyeta lêpirsîn a hevpar a tirk û rûs ve hat vekolandin. Piştî ku lekolîna heyeta tirk qediya heyeta rûsî jî xwest dîskê vekolîne û disk birin Rûsyayê. Heyeta rûsî di encama vekolîna dîskê de dosyayên Altintaş ku hatibûn jêbirin dîtin.

    Heyeta rûsî di nava dîska polîsê ku li Midûriyeta Ewlehî ya Enqereyê dixebitî ya Altintaş 2 dosyayên bi navê ‘Fethullah Gulen', 690 dosyayên bi navê ‘xizmetê', 4 dosyayên bi navê ‘FETO' û dosyayeke bi navê ‘Cemaeta Nûrê' tespît kirin. Heyeta rûsî di nava dosyayên jêbirî de li navê El Qaîde, El Nûsra û DAIŞê geriyan, lê di dosyayê de bi van navan ti îşaret derneket.

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova: Piştî mirina Karlov jiyana dîplomatan bû du perçe
    Peyamên Altintaş ku Karlov kuştibû bi compîterekê hatine jêbirin
    Ji bo Karlov merasîma bîranînê tê lidarxistin
    Heyeta rûsî li ser mijara kuştina Karlov diçe Enqerê
    Hevsera Karlov: Ez ji gele Tirkiyê ne xeyidîme
    Rûsya û Tirkiye daxwaza Karlov a dawî bi cih anîn
    Etîketan:
    Balyozê Rûsyayê li Enqereyê, Mevlut Mert Altintaş, Andrey Karlov, Rûsya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de