09:54 20 Nîsan 2018
    Polîs

    Li Enqereyê li hemberî polîsan êrişa çekdarî

    © AP Photo / Hussein Malla
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li navçeya Golbaşi ya Enqereyê polîsan ji bo kontrola nasnameyan otobusa rewiyan sekinand û dest bi kontrole kir. Kesekî ku ji otobusê hat daxistin bi çekan êrişî polîsekî kir û reviya.

    Li gorî zanyariyên berdest, hêzên ewlehî li navçeya Golbaşi ya Enqereyê otobusa bi plakeya 56 AP 616 ku ji Sêrtê diçû Stenbolê sekinandin û dest bi kontrola nasnameyan kir. Polîsan di otobusê de ji 2 kesên ku di koltuxê 39-40 de rûdiniştin guman kir û daxwaz kir ku dakevin jêr.

    Rêwiyê ku ji otobusê daket demançeya xwe derxist û gule li polîs reşandin û derbasî aliyê rê din bû. Polîs bi giranî birîndar bû û bi wesayîtekê rakirin Nexweşxaneya Dewlet a Golbaşiyê. Polîs digel hemû mudaxeleyan jiyana xwe ji dest da.

    Rêwiyê ku gule li polîs reşandin ji aliyê rê din derbasî nav daristanê bû û şopa xwe winda kir. Piştî bûyerê polîsên hêza taybet sewkî herêmê kirin û ji bo desteserkirina gumanbar operasyoneke berfireh hat lidarxistin.

    Bi heman mijarî:

    Polîsan bi ser grûba ku amadehiya êrişan dikir de girt: 5 kuştî
    Li Şirnexê wesayîta polîsan li zarokekî 4 salî qelibî
    Li dijî akademiya polîsan êrişa xwekujî: 17 kuştî û 20 birîndar
    Bi balafiran êrişî kampa polîsan kirin: 39 kuştî û 90 birîndar
    Lingê zaroka 9 salî di kapana polîsan de jê bû
    Etîketan:
    Li Enqereyê li dijî polîsan êrişa çekdarî, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de