22:45 22 Çile 2018
Zindî
    Hezex

    Li Şirnexê wesayîta polîsan li zarokekî 4 salî qelibî

    © Sputnik/ Ömer Faruk Baran
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li navçeya Hezexê ya Şirnexê wesaîta bi zirx a polîsan li Onur Ozalpê 4 salî qelibî û giran birîndar kir. Hate ragihandin ku rewşa tenduristiya Ozalpê ne baş e.

    Li navçeya Hezexê ya girêdayî Şirnexê doh di saetên êvarê de wesaîta bi zirx a polîsan li Onur Ozalpê 4 salî qelibî.

    Hate diyarkirin ku Onur Ozalp dema li beriya mala xwe yê li taxa Aşagimalleyê dilîsta wesayîta polîsan lê qelîbî û giran birîndar bû.

    Ozalp bi alîkariya kesên derdorê ve hat rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê.

    Piştî mudaxelaya li nexweşxaneyê Ozalp hat rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizreyê. Ji ber kêmasiya tedawî ya li her du nexweşxaneyan, Ozalp hat veguhestin Nexweşxaneya Dewletê ya Batmanê.

     Hat ragihandin ku xeteraya jiyana Onur berdewam dike û derheqê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Polîs ketin davikê: Herî kêm 20 kuştî
    Teqîn pêk hat: 5 ji wan polîs 15 kesan can da
    Di encama teqîna bombeyê de: 2 ji wan polîs 3 kes mirin
    Di navbera çekdar û hêzên ewlehî de şer: 4 jê polîs 10 kes hatin kuştin
    Etîketan:
    polîs, zarok, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de